Parêzerê malbatên Aladag: Yek ji berpirsên herî girîng xelat kirin 2018-08-22 15:00:29   EDENE - Parêzerê malbatên Aladag Omer Çelîk, bal kişand ser tayînkirina Midûrê Perwerdê yê Mîlî yê Aladag yê berê Mehmet Aktaş ku bi sûcdariya facîaya Aladag dihat darizandin û got: “Yek ji berpirsîn bûyerê yê herî girîng xelat kirin.”    Li navçeya Aladag a Edeneyê, di 29’ê Mijdara 2016’an de, di wargeha Xwendekarên Keç a Dibistana Navîn a Komeleya Alîkariyê ya aîdê Suleymancilarê de şewetê rû da, 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 xwendekar jî birîndar bûn. Midûrê berê yê Perwerdehiya Mîlî ya Navçeya Aladag Mehmet Aktaş ligel ku  bi îdîaya “bi zanebûn, bûna sedama kuştinê” dihat darizandin û Wezareta Perwerdê yê Mîlî (MEB) cezayê şermezarkirinê dabûyê, weke midûr tayînê Dibistanek Navîn a Komeleya Zilamên Kar ên Ciwanên Çukurova hat kirin.     AKTAŞ GOTIBÛ ‘TIŞTEK BI MIN NAYÊ’   Endamê Komeleya Mafên Civakê (SHD) Parêzer Omer Çelîk, bertek nîşanî biryarê da û wiha axivî: “Yek ji berpirsîn bûyerê yê herî girîng xelat kirin. Ev nezîkatiya îdarê nîşan da ku, dê di dozê de çi biryarê bidin. Kesê malbatên Aladagê beraliyê şevîniya Suleymancilara kirin Aktaş bû. Aktaş ji malbatan re digot ‘Tiştek bi min nayê. Ez bêm darizandin jî, tiştek bi min nayê.’ Em dixwazin hemû berpirsên vê facîayê bên cezakirin.”   RAPORA KESÊ ZANE HÎNA AMADE NEKİRİNE.    Çelik, da zanîn ku dadgehê xwestibû di bunyeya Zanîngeha Teknîk a Stenbolê de rapor ji aliyê akademîsyen, pisporên şewatê û kesên serwerê bûyera li komeleyê hat jiyîn, lê hîna jî ev rapor ne amade ye.  Çelîk, destnîşan kir ku ligel demek dirêj derbas bû jî, rapor nehatiye amade kirin û wiha bilêv kir: “Li şûna amadekariyên raporan bikin, yek ji berpirsîn bûyerê yê herî girîng xelat kirin. 7’emîn danîşîna Doza Aladag dê di 7’ê Îloan 2018’an de bê dîtin û em bangî beşdarbûnê li raya giştî dikin.”