Bertekên li dijî Tîmes a ji bo Nadîa Mûrad got "Koleya seksê" zêde bûn 2018-08-22 11:57:10       NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî rojnameya The Tîmes a Îngîlîzî ya ji bo Aktîvîsta Êzîdiyan Nadîa Mûrat a di sala 2014’an de, di êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de li gundê Xoço hat dîlgirtin û dûre reviya, got “Koleya seksê” li ser medya civakî rastî bertekek mezin hat.      Aktîvîsta Êzîdiyan Nadîa Mûrat a di sala 2014’an de, di êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de, li gundê Xoço hat dîlgirtin û dûre reviya, li ser hesabê Twîtterê eşkere kiribû ku bi Abîd Shamdeen re destgirtî bûye. Li ser vê yekê rojnameya The Tîmes a Îngîlîzî, cih da nûçeya destgirtîbûna Mûrad û got “Koleya seksê Mûrada Êzidî ya xelas bû, destgirî bû.” Ev sernavê nûçeya rojnamê, li ser medya civakê rastî bertekên mezin hatin. Bikarhênerên medya civakî peyva “Koleya seksê” zayendperest dîtin û bertek nîşanî rojnamê da.    NADÎA MÛRAD KIYE?   Nadîa Mûrad, dî 3’yê Tebaxa 2014’an de, di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê de, li gundê Xoço ya nêzî Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat revandin. Mûrad nêzî salekê rastî tecawîz û îşkenceyê hat. Piştî salekê ji destê DAIŞ’ê reviya. Piştî gehişt azadiya xwe, hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin û bi navbeynkariya parêzer Amal Clooney ê ji Lubnanê, li Neteweyên Yekbûyî (NY) tiştên jiyabûn vegotin. Mûrad dûre derbarê tiştên jiyan de, pirtûkek nivîsand û bû Elçiyê Niyeta Baş a NY’a yê.