Cenazeyê Dîlek Adsan defin kirin 2018-08-22 11:15:26 ÊLIH - Cenazeyê Endana Dîvana Hevserokatiya KCD’ê Dîlek Adsan a li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, hat definkirin. Berdevka TJA Gulcîhan Şîmşek, di merasîma cenazeyê de, diyar kir ku ewê li têkoşina wê xwedî derbikevin.   Cenazeyê Endama Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Dîlek Adsan ku xwîn çû ser mejiye wê û li Nexweşxaneya Zanîngeha Gazî ya Enqerê jiyana xwe ji dest da, li Êlihê hat definkirin. Di ketina Tesîsên Bardakçilar a Êlihê  konvoya  cenzayê Adsan hat pêşwazî kirin. Merasîma cenazeyê Adsan a hat xwestin li Şaxa Egîtîm Sena Êlihê bê lidarxistin, ji aliyê Walîtiya Êlihê ve bi îdîaya “Şeve, dê pirgirêkên ewlekariyê derbikevin” hat astengkirin. Li ser vê yekê merasîma cenazeyê Adsan li Goristina Taxa Korîk di saetên derengiya şevê de pêk hat. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tîryakî, Dersîm Dag, Gulîstan Kiliç Koçyigit, Necdet Îpekyuz, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek, Endamên MYK KESK’ê, Egîtîm Senê, SES, Sendîkaya Petrol- Îş, Genel-Îş û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Cenazeyê Adsan piştî nimêja cenazeyê ya li Goristana Asrînê, li Goristina Taxa Korik hat definkirin.    'ROLÊ PÊŞENGTIYÊ GIRTIBÛ SER MILÊN XWE’   Berdevka TJA’yê Gulcîhan Şîmşek di merasîmê de axaftinek kurt kir û wiha got: “Adsan di têkoşîna azadiya civakî de role pêşengtiyê girtibû ser mile xwe. Em hevala xwe ber bi koça dawî ve dişînin. Ew şehîda me ye. Hevala me Dîlek tim digot ‘azadiya civakê azadiya jinê ye.’ Emê wê tu carî ji bîr nekin û emê xwedî têkoşîna wê derbikevin.    'EMÊ WÊ BI TÊKOŞÎNA WÊ BIBÎR BÎNIN’    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, di merasîmê de axivî û wiha bilêv kir: “Ji bo gelê xwe têkoşin dayîn pir girînge. Ger mirov tenê ji bo xwe bijîn, tu feydeyê ne dide xwe û ne jî dide gelê xwe. Em hevala xwe Dîlek di demek zûde winda kir. Lê ew pir tije bû û ji bo gelê xwe dijiya. Em ê heya dawiya xwedî têkoşîna wê derbikevn û berdewam bikin. Em ê wê bi têkoşîn û kenê wê tim bibîr bînin.”    Jinan piştî merasîmê, qûrnefîl danîn ser gora Adsan.