'Êzîdiyên koçber, dibe ku dîsa rastî komkujiyê bên' 2018-08-22 09:09:57   AMED - Endama Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê Hatine Desteserkirin Şukran Mizrak, tekildarî 1200 êzîdiyên kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê ku rayedar dixwazin wan sewqî kampên sînor ên Hatay û Kîlîsê bikin bertekên xwe anîn ziman. Mizrak, anî ziman ku ger êzîdî bên sewqkirin dibe ku dîsa rastî komkujiyek din bên.   Gelên Êzîdî, di dîrokê de heta niha rastî 73 fermanan hatin. Herî dawî di 3'ê Tebaxa 2014’an de li Warê xwe Şengalê rastî êrîş û komkujiya DAIŞ'ê hatin. Bi hezaran êzîdî hatin kuştin û bi hezaran êzîdî ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi hezaran êzidî jî ketin destê DAIŞ'ê. Êzîdî êrîşa DAIŞ'ê wekî fermana 73’emîn bi nav dikin. Êzîdiyên ji cih û warên xwe koç bûn koçî welatên cuda kirin. Hezar û 200 êzîdiyên koçî Tirkiye kirin hatin li Amedê ji aliyê Şaredariya DBP'î ya Yenîşehîrê ve li Kampa Fidanlikê hatin bicih kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, êzîdî ji kampê şandin Mîdyatê. Rayedarên dewletê êzîdî li Kampa AFAD'ê ya Mîdyatê bi cih kirin. Rayedar niha jî dixwazin wan ji Kampa AFAD a Mîdyatê sewqî kompên ser sînor ên Kîlîs û Hatayê bikin.    BÊ DAXWAZA WAN WAN KOÇ DIKIN    Endama Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê Hatine Desteserkirin Şukran Mizrak, tekildarî 1200 êzîdiyên kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê ku rayedar dixwazin wan sewqî kampên sînor ên Hatay û Kîlîsê bikin bertekên xwe anîn ziman. Mizrak, anî ziman ku ger êzîdî bên sewqkirin dibe ku dîsa rastî komkujiyek din bên. Mizrak, anî ziman ku êzîdî li Kampa Fidanlikê êdî bi xwe xwe bi rêvedibirin û bi xwe pêdiviyên xwe tespît û temîn dikirin. Mızrak, da zanîn ku piştî ferî jiyana vir bûn qeyûm ew ji cihê wan koç kirin û şandin Kampa AFAD a Mîdyatê û wiha got: "Dema Êzîdî birin Midyatê, êzîdayan diyar kirin ku ev ji bo wan fermana 74'emîn e. Gotin me bê daxwaza me dibin û vê yekê wekî fermana 74’an pênase kirin. Niha dîsa bi zorê wan koç dikin"    JIYAN LI WAN BÛYE ZINDAN    Mizrak, anî ziman ku li aliyekî Kampa AFAD'ê ya li Midyatê li wan kirine zindan û destûr nadin ku derkevin derve, li aliyê din zorê li wan dikin ku wan bişînin Kîlîs û Hatayê û wiha bi dawî kir: "Dixwazin Şengala duyemîn bînin serê wan. Êzidîyên li vir li gorî dixwazin nikarin li vir bijîn. Jiyana kampê ji bo wan bûye zindan. Wekî girtîgehê ye. Niha jî dê Êzîdiyan ji Midyadê bişînin bajarên ku di bin kontrola DAIŞ'ê de. Dê bibin kampên Kilis û Hatayê yên ser sînor. Ev ji bo wan komkujiyek din e. Dê bi komkujiyek din re rû bi rû bimînin û ev yek me dixe nava fikaran. Êzîdî dema Li Amedê bûn xwe bêtir bi ewle hîs dikirin. Ew bi zorê birin Mîdyatê. Niha jî dixwazin wan bi zorê bibin Kîlîs û Hatayê. Dibin sînorê di kontrola DAIŞ'ê de. Dê çiqas li vir di ewlehiyê de bin û dê çiqas xwe ewle hîs bikin? Ger ku operasyonek li dijî Idlibê çê bibe komên selefî dê koçî Hatay û Kîlîsê bikin. Piştî vê yekê gelê êzîdî dê dîsa bi komkujiyek nû re rû bi rû bimînin."