Li Gîresunê eskerek hat kuştin 2018-08-22 08:00:43   GÎRESÛN - Li navçeya Şebinkarahisar a Gîresûnê eskerê çawîşê pispor ku ji serê xwe ve birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Şebinkarahisar a Gîresûnê eskerê Çawişê Pispor ê 24 salî Ufuk Kaşikçi ku 100 metre nêzî mala xwe ji serê xwe ve bi çekê birîndar bûbû, rakirin nexweşxaneyê. Kaşikli ku bi giranî birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gîresûnê. Kaşikçi tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Kaşikçi yê ji Îspartayê, ji bo biçe ser kar ji malê derketibû. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.