Di cejnê de jî kar dikin: Ez ne biçûk mi jiyan pir mezin e 2018-08-21 12:41:17     STENBOL - Zarokên ku berê cilên xweşik û nû li xwe dikirin û mal bi mal li şekir digeriyan niha li holê tune ne. Zarokên ku berê şekir kom dikirin, niha karên giran dikin. Zarokê biçûk M.D., ku di cejnê de kar dike got “Ez ne biçûk im, ji ber ku jiyan pir mezin e."    Di cejnên borî de ji her kezî zêdetir zarok diketin nava kelecan û bendewariyê. Ji ber ku zarokan cilên nû li xwe dikirin û mal bi mal li şekir degeriyan. Lê niha ew dîmenên ku zarok kom bi kom li şekir digerin û cejnê pîroz dikin êdî li kolanan xuya nabe. Zarokên ku bi cilên nû û torbeyên şekir li cejnê degeriyan, niha li kolanan kar dikin. Zarokên ku berê mal bi mal li şekir digeriyan, niha li kolanan simit, palamût, midye, goris, nok, riz û avê difiroşin û hewl didin ku debara malbatê bikin. Di saetên serê sibê de li Kolana Îstîklalê ya Beyoglu di saetê serê sibê de M.D, yê li kolanê kar dike balê dikişê ser xwe. M.D. bi gotina "Ez ne biçûk im. Ji ber ku jiyan pir mezin e. Vir cîhana ku edalet lê tune ye." rastiya jiyanê û cîhanê li ber çavan radixe. Zarokê 12 salî O.Ç. ku simîtan difiroşe jî got "Cejn êdî ji rojên din ne cudatir e. Em wekî her roj li kar in." pênase dike.