Li Roboskî cejn hîna jî reşe! 2018-08-21 11:34:04   ŞIRNEX - Malbatên gundê Roboskî yên 34 xizmên xwe di encama bombebarana balafirên şer de winda kirin, cejnek din a reş ser goran pêşwaqî kirin.    Malbatên gundên Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê, yên 34 xizmên xwe di encama bombebarana balafirên şer ên di 28’ê Kanûna 2011’an de winda kirin, Cejna Qûrbanê li ser gorên zarokên xwe pêşwazî kirin. Di saetên serê sibê de bi dehan welatî berê xwe dan gorîstinê û gorên xizmên xwe ziyaret klirin. Jinên bi kincên reş beşdarî serdana goran bûn, xwestin kujer bên dîtin û darizandin.    Welatiyên beşdarî serdana goran bûn, ji ber ku hîna jî faîlên komkujiyê nehatine dîtin, bi hêrs bûn. Beşdarvanan li ser goran dua xwendin û qûrnefîl danîn ser gorên zarokên xwe.