Beştaşê HDP’î hat girtin 2018-08-21 09:43:53   MÊRSÎN - Endamê HDP'ê Kadrî Beştaş, ku hefteyek berê bi îdîaya "endamê rêxistinê" hat binçavkirin, hat girtin.    Li Mêrsînê di 15'ê Tebaxê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû û 15 kes hatibûn binçavkirin. Di nava wan de Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kadri Beştaş jî hatibû binçavkirin. Beştaş ku bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hat binçavkirin, li dadgehê bi heman îdîayê hat girtin. Piştî dadgehê biryara giritnê da, Beştaş şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê. Di heman lepirsînê de 3 HDP'iyên din jî ji ber parvekirinên medya civaki hatibûn parvekirin.