Welatiyê derket ser darê bi ceyranê ve ma 2018-08-21 09:21:17   AMED - Li gundê Hamzali yê navçeya Pasûrê, Mehmet Emîn Çîçek ê derket ser darê, ceyranê pê girt û jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Hamzali yê navçeya Pasûra Amedê, Mehmet Emîn Çîçek (61) ê ji bo sewalên xwe pelgan kom bike derket ser darê, bi têlên xeta ceyrana bilind a li herêmê re derbas dibû, temas kir. Çîçek bi ceyranê ve ma û bi giranî birîndar bû.  Welatiyan Çîçek rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Sasona Êlihê. Ligel hemû mûdaxileyan jî, Çiçek jiyana xwe ji dest da.