Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe 2017-10-21 09:16:54 STENBOL – Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku Tirkiye bi rakirina tecrîdê re dikare ji aloziyê xelas bibe.  Endama Heyeta Îmraliyê û Parlementera HDP’ê Pervîn Buldan, balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û îdiayên ku di demên dawî de li ser medyaya civakî xwe didin der.    'DEMILDEST HEVDÎTIN DIVÊ’    Buldan, diyar kir ku nêzî saleke der barê ewlehî û jiyana Ocalan de şik û gumanên wan hene û ew agahiyê jê wernagirin. Buldan, dest nîşan kur ku daxuyaniyên Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ne têrbar in, çimkî parvekirinên bi vî awayî carinan bi destê hikûmetê tên kirin. Buldan, got ku ew nizanin di biniya vê bûyerê de çi heye û ew dixwazin rasterast bi Birêz Ocalan re hevdîtinê çê bikin. Buldan, dest nîşan kir ku heta ku kes neçe cem Birêz Ocalan wê ev fikare û gumanên wan hebin û divê demildest bi awayekî hevdîtin pê re çê bibe.”    'DIVÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN ÎTIRAZÎ TECRÎDÊ BIKIN’    Buldan, diyar kir ku wan di serketina Reqayê de careke din dîtiye ku ka Rojhilata Navîn çawa xwedî li Ocalan derdikeve. Buldan got ku divê gelên Rojhilata Navîn îtirazî van şert û mercên ku Ocalan tê de ye bikin. Buldan wiha got: “Divê hemû gelên herêmê îtirazî vê tecrîdê bikin. Tenê ne li Kurdistanê li tevahiya welatên Rojhilata Navîn Birêz Ocalan xwedî nirx û girîngiyekê ye. Em dibînin ku projeya aştî û azadiyê ya Birêz Ocalan ji aliyê hemû gelên Rojhilata Navîn ve tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê hemû gelên Rojhilata Navîn li dijî vê tecrîdê derkevin. Divê ev tecrîd demildest bê rakirin.”    Buldan, balê kişand ser dahurandin û çareyên Ocalan ên der barê jinan de û wiha got: “Birêz Ocalan gotibû tenê ne yên jinên li Tirkiyeyê, pêdiviya hemû jinên Rojhilata Navîn bi profîleke têkoşer û berxwedêr heye. Piştî vê dahurandinê me hemûyan dît ku li Kobaniyê şoreşa jinê pêk hat. Me di berxwedana dawî ya Reqayê de jî dît ku jinan dirûşmeya ‘Bijî Ocalan’ berz kir. Ev ji ber vê yekê bû.”    'HEVDÎTINA BI OCALAN DÊ DAWÎ LI ALOZIYÊ BÎNE’    Herî dawî Buldan dest nîşan kir ku divê dewlet û hikûmet ji bo hevdîtina bi Ocalan re hin gavan bavêjin. Buldan, got ku heke hevdîtin çê bibe, dê ev yek dawî li aloziya civakî-siyasî û aborî ya Tirkiyeyê bîne. Buldan wiha got: “Bi rastî jî heke bi Birêz Ocalan re hevdîtin çê bibe, wê Tirkiye rihet bibe. Divê hikûmet û dewlet tev de ji bo hevdîtinê gavekî bavêjin û biçin Îmraliyê. Divê dewlet û hikûmet bi aqilekî selîm vê mijarê têxin rojeva xwe û zanibin ku çareya alozî û kaosan bi hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêkan e. Heke dewlet û hikûmet gavekê bavêjin, bawer dikim dê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.”    MA / Sadiye Eser - Bilal Seçkin