Akhoyan: Tiştên diqewimin encama polîtîkayên 100 salî yên Tirkiyeyê ne 2018-08-21 09:06:34   WAN - Damzerînerê Weqfa Veger a Ermenîstanê Aragats Akhoyan, anî ziman ku li welatekî ku demokrasî lê tune be û şer lê hebe krîz bivênevê ye û got: "Niha rewşa Tirkiyeyê dişibe ava ku di sed dereceyî de dikele û niha Tirkiye bi encama polîtîkayên xwe yên 100 salî re rû bi rû ye."    Parlementerê Ermenîstanê yê berê û Damezrînerê Weqfa Retûrn (Veger) a Ermenîstanê Aragats Akhoyan, tevî heyetek li gel wî hat Wanê. Akhoyan, çavdêriyên xwe yên der barê Tirkiyeyê, têkiliyên Tirkiye-Ermenîstan û plaja ku li ser goristana Ermeniyan hatiye çêkirin nirxand.    Akhoyan, krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku heta polîtîka rats neyên diyarkirin dê rewşê wisa pêk bên. Akhoyan, bilêv kir ku nebûna demokrasiyê û hebûna şer dibe sedema rûxandina aboriya welatekî û got: "Jixwe dema Tirkiye hilbijartina pêşwext li dar xist, ev nîşaneya krîzê bû. Niha rewşa Tirkiyeyê dişibe ava ku di sed dereceyî de dikele û niha Tirkiye bi encama polîtîkayên xwe yên 100 salî re rû bi rû ye. Niha bi hezaran pirsgirêkên welat ên nehatine çareserkirin hene. Hikûmetên tên ser kar jî pirsgirêkan çareser nakin. Hikûmeta niha jî ji bo demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêkan tu tiştekî nake. Pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi demokrasiyê heye. Divê gelên li vî welatî bi awayekî azad bi çand û zimanê xwe bijîn. Rêveberiya ku vê neke dê ji demokrasiyê dûr bikeve."    Akhoyan bal kişand ser protestoyên li Ermenîstanê û îstifakirina Serj Serkijsyan û got: "Gelê Ermenîstanê bertek nîşanî rêveberiyê da. Di dema van protestoyan de tiliya mirovekî jî kul nebû. Êdî mirov ji vê rêveberiyêa diz bibûn. Yanî dewra me pir xweş bû divê bê nivîsandin. Dema polîsan kuçe digirtin mirovan kulîlk didan wan. Çimkî pirsgirêka herkesî eynê bû. hem ên li vî aliyê barîkatê hem jî yên li wî aliyê barîkatê bi heman pirsgirêkê re rû bi rû bûn. Protestoyeke bi vî rengî rêveberî hilweşand û bêyî ku tiltiya mirovekî jî kul bibe kar temam bû. Sedema ku mirov zirar nedîtin jî ew bû ku Serj Serkisyan serî li şidetê neda."    Akhoyan, diyar kir ku rêveberiya nû ya Ermenîstanê dixwaze sînorên wê û Tirkiyeyê vebibin û got: "A rast meraq dikim ka ê Tirkiye ji bo vê yekê çi bibêje. Dê polîtîkayên hikûmeta Tirkiyeyê çi qasî destûra vê yekê bidin nizanim. Divê Tirkiye başbûna têkiliyên xwe yên bi Ermenîstanê re bi Azerbaycanê ve girê nede. Lê wisa dixuyê dê dîsa wekî koz Azerbaycanê bidin pêş."    'BI SAYA ŞAREDARIYÊN DBP'Î TÊÊILIYÊN ME BI PÊŞ KETIN'    Akhoyan, destnîşan kir ku rêveberiya herêmî ya DBP'î hewl da ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de baş bibin û got: "Di restorasyonakirina dêla li Amedê û gelek tiştên din de şaredariyên DBP'î pir hewl dan. Mînak, karên ku Bekri Kaya kirin bû sedem ku di navbera me de diyalog çêbibin. Her wiha Osman Baydemîr û Abdullah Demîrbaş û gelek siyasetmedarên din di vî warî de karên baş kirin. Diyaloga di navbera me de gihaşt asteke bilind. Lê mixabin niha dest danîne ser van şaredariyan hemûyan. Demildest divê hevşaredarên DBP'î bên berdan. Ev mirov hemû welatekî hevpar û aştiyê diparêzin. Divê êdî her kes li vî welatî bi zimanê xwe û çanda xwe bijî û ji bo vê biêtkoşe. Çawa hatim Wanê min çavên min li Bekir Kaya geriyan. Girtina wan tesîr li min kir. Divê bi hilbijartinê vê pirsgirêka qeyûman ji holê bê rakirin. Divê kesên şaredarên hilbijartî van deran bi rê ve bibin."    Akhoyan der barê plaj û WC'yên ku qeyûmê Şaredariya Artemêtanê li ser goristana Ermeniyan çêkir jî got: "Feraseteke ku goristanê xera bike di asasê xwe de xwe xira dike. Demeê li vê herêmê rewşên wisa zêde rû dan. Li vî welatî zirareke mezin a fizîkî hat serê me ermeniyan. Lê piştî me kîjan gel vir jiya wan jî zirarên mezin dît. Bîrdarî an jî goristanek bê tunekirin dê kuderê dîrokê biguhere? Dîrok li cîhanê hay ji siyasetmendarên ava dikin û tune dikin heye. Helbet dê dîrok binivîse kî ava kiriye û kî tune kiriye. Mesela ji bo Dêra Ahtamarê tune nebe Yaşar Kemal pir têkoşiya. Dê çawa bê jibîrkirin? Dê şaredariyên DBP'î yên qadên me yên baweriyê parastin û restore kirin bên jibîrkirin? Em gelê ermenî minetdarê wan in. Li hêlekê ev mirov hene û li hêla din jî mirovên ku goristanan, qadên baweriyê tune dikin hene. Divê dewlet li ser vê rewşê bifikire. Helbet dê dîrokê vê yekê ji bîr neke."    MA / Mahmut Ruvanas