Dayik Esma Yilmaz: Ez û Arina 13 mehî li erde radizên 2018-08-21 09:00:49   ENQERE - Dayik Esma Yilmaz a li Girtîgeha Tîpa T - 2 a Rihayê li gel keça xwe ya 13 mehî Arîn girtiye, diyar kir ku keça wê li girtîgehê krîza bêhnefişkiyê derbas dike û wiha got: "Dermanê keça min nedida. Piştî ku em got em wê derxin dermanê wê dan. Di mahdê wê de reflu pêş ketiye. Ez û Arîna 13 mehî li erdê darizên."    Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya 2017'an li Girtigehan di navbera 0-6 salî de 560 zarok tevî dayikên xwe girtî ne. Li gorî xala 65'an a Zagona Hêjmar 5275'an, girtiyên ku rastî ceza tên û zarokên wan hene, dikarin zarokên xwe heta 6 saliyê li gel xwe bihêlin. Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê jî Dayik Esma Yilmaz û keça xwe ya 13 mehî Arîn ku bi nexweşiya Astimê bi hevre girtî ne.  Bavê Arîna 13 mehî Mihdî Yilmaz hefteya borî Hevjîna xwe Esma Yilmaz û keça xwe Arîn ziyaret kir. Bav Mehdi Yilmaz, bal kişand ser rewşa keça xwe Arîn ku dema krîza Bêhnefişkiyê dijî çi tê serê wê vegot. Bav Yilmaz, anî ziman ku ji ber dermanê keça wî nedan tenduristiya keça wî Arîn xerab bû û wiha got: "Ji bo derman bidin keça min, min serî li rayedaran da. Lê ji ber bersîve nedan min, min xwest keça xwe ji girtîgehê derxim. Piştî min xwest keça xwe ji girtîgehê derxim, dermanê keça min dan wê. Lê niha keça min li girtîgehê krîza Bêhnefişkiyê dijî.    'EM LI ERDÊ RADIZÊN'    Esma Yilmaz, bi riya hevjînê xwe Mehdî agahî da û wiha got: "Em li kawîşê 28 mezin dimînin. Dîsa li gel me 2 zarok hene. Yek jê Arîn e. Em li erdê darizên. Ji bo ku Arîn ji berma nefetise ez wê li ser doşekê nadin razandin. Serê sibê radibim û Arîn dişom. Avê bi pîvan didin me. Ji ber ku av kêm e, 2-3  lître avê cuda dikim û bi vê avê paqijiya Arîn dikim."    GIRTÎGEH NE PAQIJ E    Dayik Esma Yilmaz, anî ziman ku ji ber girtîgeh ne paqij e û av kêm e nikare Arîn serbest berde û her dem Arîn di hembêza wê de ye. Yilmaz, da zanîn ku Arîn bi ser piyan ketiye û dixwaze bimeşe, lê ji bo qirêjiyê nahêle li hewşê li ser xwe bigere. Yilmaz, destnîşan kir ku hewşa girtîgehê 5 metreqare ye û tenê dikarin 10-15 deqîqeyan hewa paqij bistînin.    Yilmaz, Bibîrxist ku ji ber ode tarî ye Arîn her dixwaze derkeve derve û ji ber em destûr nadin zerarê dide xwe û wiha got: "Dema Arîn bi krîza Bêhnefişkiyê dikeve, porê xwe dikişîne. Dev li mirovan dike. Krîzê li ser kirîzê derbas dike. Ji hêrsan krîz derbas dike. Ji ber kirîzê derbas dike gardiyan tên wî dibin revîrê. Dema dibin revîrê bijîşk dibêjin tiştek tune ye."    'RAYEDAR BERSÎV NADIN DAXWAZÊN ME'    Yilmaz, da zanîn ku berê dermanên Arîn nedinan wê û piştî bi midûriyetê re hevditin kirin derman dan û wiha lê zêde kir: "Piştî hevdîtinê dermanên Arin dan me. Midûrê girtîgehê got 'Ji ber hûn siyasî ne, hûn nikarin ji tu mafî sûdê bigirin. Tiştekî ku ez bikim tune ye. Em dê ji bo zarokan şertên guncav ava bikin'. "    Yılmaz, bilêv kir ku wê xwestiye ku ji berdana venêrtinê sûd bigire ango wê sewqî Girtîgeha Mêrdîn bikin, lê midûr gotiye 'Tu pir israr bike ez dê te bişînim Girtîgeha Xerpêtê.'    BIJÎŞKAN RAPOR NEDAN'    Yilmaz, da zanîn ku piştî sewqî girtîgehê kirin bi maşîna rîngî ew birin nexweşxaneyê û wiha bi dawî kir: "Ez û Arin di maşîna rîngê de perîşan bûn. Bijîşkan diyar kirin ku di mahdê Arîn de reflu heye û Behnefişkiya wê giran bûye. Lê dema ku min ji bijîşkan rapor xwest rapor nedan min. Em bang li rayedaran dikin ku li dijî rewşa Arîn hestiyar tev bigerin. Arîn di nava 3 rojan de nîv kîlo winda kiriye."    BAv Mihdi Yılmaz jî anî ziman ku guhê Arin sor bûbûn û çavên wê çûbûn xwar. Bav Yılmaz, da zanîn ku roj bi roj rewşa keça wî xerab dibe û xwest her kes hestiyar nêzîk bibin.    MA / Berivan Altan