HDP, DBP û KCD’ê ji bo cejnê serdana gel kir 2018-08-20 19:54:40   AMED - Parlementerê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, hevserok û rêvebirên HDP û DBP’ê, nûnerên KCD’ê jî di nav de gelek kes bi munasebeta Cejna Qurbanê li navçeya Amedê Pîranê serdana gel kirin. Koma ku ji bo ziyareta gel çû Pîranê berê Şehîdgeha Şêx Seîd a li gundê Pîrejman ziyaret kir û paşê serdana gel û esnafan kir.    Koma ku parlementerê HDP’ê  ê Amedê Hişyar Ozsoy, hevserok û rêvebirên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nunerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di nav de gelek partiyî li navçeya Amedê Pîranê bi wesîleya Cejna Qurbanê gel û esnaf ziyaret kirin. Koma ku ji bo ziyareta Cejna Qurbanê çû Pîranê berê Şehîdgeha Şêx Seîd ziyaret kir. Li wir li ser goran fatihe hat xwendin û pişt re serdana gel ûe snafên navçeyê kirin.    Di dema ziyaretan de gel bi coş û kêfxeşî koma ku ji bo serdanê çûbû pêşwazi kir. Parlementer Hişyar Ozsoy guhdariya gel kir. Piştî ziyaretkirina gelê Pîranê koma ku ji parlementer, hevserok û rêvebirên HDP û DBP’û nûnerên KCD’ê pêk dihat vegeriyan û çûn Goristana Yenîkoyê ya li Amedê û li vira serdana gorên HPG'yiyan kirin.