Di 3 rojên destûra Cejna Qurbanê de 49 kes bûn qurban! 2018-08-20 17:01:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 3 rojên destûra Cejna Qurbanê de ji ber kazayên trafîkê 49 kes mirin û 206 kes birîndar bûn.    Lijneya Wezîran ji bo Cejna Qurbanê 9 roj destûr îlan kir. Piştî roja înê destûra Cejna Qurbanê dest pê kir heta îro 55 qezayên trafîkê pêk hatin. Di qezayên trafîkê de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan û 206 kes birîndar bûn.  Di nava 3 rojan de li Manîsa, Ordu, Bursa, Duzce, Meleti, Çorum, Antalya, Nigde, Balikesir, Aydin, Îzmir, Semsûr, Hatay, Kutahya, Colemêrg, Afyon, Riha, Çankiri, Samsun, Xerpêt, Osmaniye, Kocaeli, Kirikkale, Mêrdîn, Mereş, Bartin, Uşak, Yalova û Sakarya qezayên trafîkê pêk hatin. Di qezayan de 49 kes mirin û 206 kes birîndar bûn.