Înfaza siyasetmedara kurd ji ber cezayê dîsîplînê şewitandin 2018-08-20 16:14:00   DERSÎM - Hevseroka DBP'ê ya Dersîmê Enber Kurtgozu ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmirê girtî ye, ji ber rastî cezayê dîsîplînê hat înfaza wê şewitandin. Malbatê diyar kirin ku dê li dijî vê bêhiqûqiyê îtîraz bikin.   Hevseroka Partiya Herêmên demokratîk (DBP) ya Dersîmê Enber Kurtgozu Bakiray ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmirê girtî ye, ji ber rastî cezayê dîsîplînê hat înfaza wê şewitandin. Malbatê li dijî vê yekê li Şaxa ÎHD'ê ya Dersîmê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê li dijî vê bêhiqûqiyê îtîraz bikin. Di daxuyaniyê de kurê Enber Bakiray ê 12 salî Jehat Bakiray û hevjînê wê Hasan Bakiray û Serokê Şaxa ÎHD'ê Gurbuz Solmaz amade bûn.  Hasan Bakiray, daxuyanî da û diyar kir ku şewata înfaza Enber li dijî hiqûqê ye. Hasan Bakiray, anî ziman ku hevjîna wî Hevseroka bajar e û wiha got: "Ji ber ku hevjina min daxuyanî da hat lgirtin. Nêzî 7 salin li dijî hiqûqê girtî ye. Dîsa nexweşa pençeşêrê ye. Ji bo nexweşî lê giran nebe divê demek berî demekê serbest bê berdan. Ne tenê Enber, divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em dixwazin demek berî demekê Ember û hemû girtiyên din serbest bên berdan.   DAYIKA MIN 7 SALIN GIRTÎ YE   Jehat Bakıray ê 12 salî jî anî ziman ku dayika wî 7 salin girtî ye û got: "Dayika min dê 2 salên din girtî bimîne. Dayika min neheq girtî ye."    Bakiray ji ber tev li daxuyaniyê bû bi sucdariya “Endamtiya rêxistinê" der barê wê de 9 sal ceza lê hat birîn. 7 salin li Girtîgeha Şakran a Îzmirê girtî ye. Diviya bû Ember di 26'ê Hezîrana 2018'an de hatibûya berdan. Lê ji ber rastî cezayê dîsîplînê hatiye nayê berdan.    Bakiray, girtiya nexweş e û di lîsteya nexweşan de ye.