Dildarên mûdaxileyê şewata Dersimê dikin: Bila dest ji şewata daristanên me berdin 2018-08-20 15:19:43   DERSIM - Şewata li daristanên herêma Geyîksûsû ya Dersimê didome. Komek dildarên mûdaxileyê şawatê dikin, diyar kirin ku divê ji esmande mûdaxileyî şewatê bê kirin û gotin: “Dibin navê ewlekariyê de, bila dest ji şewata daristanên me berdin.”    Şewata daristanan a çar çaliyên Dersimê berdewam dike. Şewata 3 rojin li herêma Geyîksûyû berdewam dike, belavî gundê Muşkîrek û çemê Balî dibe. Komek dildarên, dinavê de hunermend Ferhat Tûnç jî heyî yên mûdaxileyî şewatê dikin, bi hewldanek mezin şewatê asteng dikin.     'WALÎ BERSIV NADE TELEFONAN'   Dildarên hewl didin şewata li herêmê vemirînin, piştî hilkişandina 3 saetan, gehiştin girekê dola Balî. Dildaran, diyar kirin ku beyî destûrê bixwazin hatine herêmê û gotin: “Ev 3 rojin dola Balî dişewite û kes mûdaxileyî şewatê nake. Dibin navê ewlekariyê de, bila dest ji şewata daristanên me berdin.  Şewata daristanan, weke şewata mirovane. Mînaka vê yekê li tu devera cîhanê tuneye. Êrîşa li dijî daristanan, êrîşa li dijî çand, hûner, dîrok û nirxên mirovahiyê ye. Şewat belavî qadek mezin bûye. Hêza me têrê nake. Divê ji esmande mûdaxileyê şewatê bê kirin. Waliyê Derismê Tuncay Sonel bersiv nade telefonan. Qereqolên derdorê jî destûr nakin dildaran ku şewatê vemirînin. Hiqûqa li metrepolan pêk tînin, divê li Dersimê jî pêk bînin. Em dixwazin êdî dawî li şewata vê erdnîgeriya bînin.”   Dildaran, anîn ziman ku hemû zindiyên li çiyê bi şewata daristanan tune kirin û wiha bilêv kirin: “Ligel hemû astengî û qedexeyan, em ê bi her awayî û bi hemû derfetên xwe mûdaxileyî şewata li herêmê bikin.”