Li heremên bi nakok ên Kerkûkê 47 peywir ji Kurdan hatin girtin 2018-08-20 13:54:18   KERKÛK - Piştî ji aliyê hêzên hikûmeta Iraqê ve Kerkûk û tevahiya heremên bi nakok hatin dagirkirin, 47 erk û berpirsiyartiya îdarî û ewlekariyê ya van navçe û nahiyan ji Kurdan hatin wergirtin û radestî Ereb û Tirkmenan hatin kirin.    Kerkûk jî navê de, hemû heremên bi nakok ên ji aliyê leşkerî ya hêzên navenda Iraqê ve hat dagirkirin, erk û berpirsiyartiya îdarî û ewlekariyê yên navçe û nahiyan dest danîn serî, ji Kurdan hatin wergirtin û radestê Ereb û Tirkmenan hatin kirin. Piştî ku hêzên hiûmeta Iraqê Kerkûk û hemû heremên bi nakok dagir kirin, 47 erk û berpirsiyartiya îdarî û ewlekariyê yên van navçe û nahiyan ji kurdan hatin wergirtin û radestî Ereb û Tirkmenan hatin kirin.   BERPIRSIYARTIYÊN 2 NAÇEYÊN ŞENGALÊ JÎ HATIN GUHERTIN   Hikûmeta Iraqê piştî li van herêman bi cih bû, destpêkê li Kerkûkê dest bi guherînan kir. Hat diyarkirin ku yekemîn car Parêzgeriya (Walîtiya) Kerkûkê, 3 qeymekamtî, 2 rêveberiya nahiyan, rêveberiya Çandinî, Rêveberiya Av, Rêveberiya Tenduristiyê, Rêveberiya Polîsên Hewarçûnê, Rêveberiya Polîsên Qeza û Nahiyan, Rêveberiya Li Dijî Madeyên Hişberî, Rêveberiya Daqûq, rêveberiyên nahiyên Qeretepe, Celewla, Mendeliyê û li gel hinek rêveberiyên beşên din dest danîn ser.    Di vê navberê de 3 berpirsiyartiyên îdarî yên li nahiyên girêdayên Şengalê Sinûnê û Gir Uzêr jî ji aliyê Heşdî Şabî ve hatin guhertin û di cihê wan de kesên girêdayî Şehdî Şabî lê hatin bi cihkirin. Hat zanîn ku Heşdî Şabî Qeymaqamê Xurmatû yê girêdayê Selahadînê ku kurd bû, guherandin û di cihê wî de kesek Tirkmen bi cih kirin.     Di 16’ê Cotmeha 2017’an de hikûmeta Iraqê bi destê hêzên Heşdî Şabî navçeyên Başûrê Kurdistanê ku ji derveyê îdareya hikûmeta Herêma Kurdistana Federal de mane, bi planekê hatibûn dagirkirin û di encamê de bi hezaran kes hatibûn koçberkirin.   MA / Erdogan Altan