Gundiyên Dersimê: Ger şewat neyê vemirandin dê gundên me bişewitin 2018-08-20 13:09:19   DERSIM – Şewata di bombebarana li herêma Geyîksûyû ya Dersimê rû da de, nêzî gelek gundan bûye û gund bi şewatê re rû bi rûne. Ji gundiyan Abdullah Çinar, diyar kir ku şewat heya berpalê gundan hatin û got: Ger şewat neyê vemirandin dê gundên me bişewitin.”    Şewata di encama bombebarana li herêma Geyîksûyû ya navçeya Xozata Dersimê rû da de,  her   ku diçe mezintir dibe. Şewata li herêmê nêzî gelek gundan bûye û welatiyên dixwazin biçin herêma Geyîksûyû û mûdaxileyê şewatê bikin tên astengkirin. Li herêmê dûman bilind dibin û şewat nêzî goma Rengu ya gundê Egriyamaç a ji 5 malbatan pêk tê, bûye.    ‘GER ŞEWAT NEYÊ VEMIRANDIN DÊ GUNDÊ ME BIŞEWITE’   Em bi telefonê gehiştin yek ji gundiyên goma Rengu Abdullah Çinar. Çinar, diyar kir ku ji şevê din ve şewat gehiştiy berpalên gundên wan û wiha axivî: “Her ku diçe şewat nêzî gundê me dibe. Em bang hestiyariyê dikin. Ez 57 salîme û heya niha ez rastî wehşetek wiha nehatime. Ez bang li tevahiya cîhanê dikim. Ev dewlet, bi awayekê pir xerab welatê me bi rêve dibe. Daristanên me, canên mene. Nihya  canê me di şewitînin. Gelek nebat û zindî bûn xelî. Ger xweza tunebe, jiyan jî tuneye. Em nizanîn emê çibikin. Divê demildest şewat bê vemirandin. Ger neyê vemirandin dê gundê me jî bişewite. Li gund em çend kes dimînin. Ji berk u temenê min mezin ez nikarim mûdaxileyê şewatê bikim. Ez zehmetiyan dikêşim. Em bang li hemû mirovên hestiya dikin ku bên vê şewatê vemirînin.”    Şewata li gelek herêmên Dersimê rû da, her ku diçe mezintir dibe.