UNESCO Hemşînî li lîsteya 'Zimanên di bin talûkeyê de' zêde kir 2018-08-20 13:07:56   NAVENDA NÛÇEYAN -  UNESCO, zimanê Hemşînî ku li herêma Deryaya Reş tê axaftin, li lîsteya zimanê di bin talûkeyê de zêde kir.    UNESCO, zimanê Hemşinî ku li Herêma Derya Reş tê axaftin û di bin talûkeyê de ye, li lîsteya "Zimanê di bin talûkeyê de ne" zêde kir. Li gorî nûçeya Rojnameya  Agosê, li Tirkiye 18 ziman di bin talûkeyê de ne. Di lîsteya UNESCO de nehat diyar kirin ku çend kes bi zimanê Hemşinî di axive.  UNESCO li cîhanê zimanê ku di bin talukyê de bi 5 beşan dabeş dike.    * Vulnerable (Şikestî ye. Zarok bi ziman di axivin, lê li herêmêk bi sînor di axivin)    * Definitely endangered (Di bin tehlikeyê de ye. Zarok êdî li mala xwe fêrî zimanê zikmakî nabin)    * Severely endangered (Bi awayekî ciddî di bin talûkeyê de ye. Tenê kal û pîr di nava xwe de di axivin. Zarok â Nevî fêm dikin lê nikarin di nava xwe de bi axivin)    * Critically endangered (Bi awayekî kritik di bin talûkeyê de ye. Tenê kal û pîr diaxivin. Lê ew jî bi sînor in)    * Extinct (Êdî kes nikare bi zimanê zikmakî biaxivin)    Li gorî vê dabeşkirinê UNESCO zimanê Hemşinî li beşa “Definetely endangered” ku zarok êdî li malê fêrî ziman nabin zêde kir. Nivîskar Cemîl Aksû di Kovara GOR a Çanda Hemşinê de gotarek nivisandibû û gotibû zimanê Hemşînî li bajarên Artvin, Rize, Trabzon û hin herêmên bajarên Erzirom, Duzce û Sakarya hemşînî dijîn.