Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê dan 2018-08-20 12:38:32 ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, ji bo pîrozbahiya Cejna Qûrbanê peyam dan û gotin: “Em hêvî dikin Cejna Qûrbanê bibe wesîleya aştî, hizûr û wekehiyê.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, peyama Cejna Qûrbanê weşandin. Di pemamê de Buldan û Temellî hêvî kirin ku Cejna Qûrbanê bibe wesîleya aştî û hizûra gelan.    Peyama hevserokan dan wihaye: “Em di pêvajoyek bêedaletî, pîvanên mafê demokrasiyê, azad û hiqûqî tên binpêkirin de Cejna Qûrbanê pêşwazî dikin. Dinava van rojên girînge daxwaza mirovên em yên demokrasiyê, azad, edalet û wekheyê hîn zêdetir tên hîskirin. Emê mil bidin milê hev, aştî, edalet û wekheviyê avabikin. Bi van hest û baweriyan em Cejna Qûbanê ya alema Îslamê û hemû gelên xwe pîroz dikin. Em hêvî dikin ku li şûna dijminantiyê û tol kirinnê, ev cejin bibe wesîleya dostanî, piştevanî û hembêz kirinê.”   ‘HÊVIYÊN MEZINKIRINA BAWERIYÊ’   Têkoşîna edaletê ya civakî, berxwedana ji bo rûmeta mirovahiyê, azadiya jinan û berdewam kirina têkoşîna wekheviyê, ya parazvanên mafên mirovan û xwezayê, dibe sedem ku em vê cejnê bi hêviyek mezin pêşwazî bikin. Em hêvî dikin ku ev Cejna Qûrbanê bibe wesîleya mezinkirina baweriyan, bi dawî anînan mirina ciwan û zarokan, tundiya li ser jinan û welatek azad.”