Şewata li Çiyayên Dersim belav dibe 2018-08-20 12:22:43   DERSÎM - Şewata daristanên li Çiyayên Dersîmê bi rojan e didome. Heta niha nûner û rayedarên Tirkiye li hemberî vê şewatê bêdeng in. Tenê welatiyên Dersimê û komek hunermend û aktîvîstên ekolojiyê hewl didin şewata Daristanê vemirînin. Hunermend Tunç, anî ziman ku 2 rojin li Daristana Muşkirekê şewat didome û ger mudaxale neyê kirin dê felaket mezin bibe.    Şewata li Çiyayê Dersîmê didome. 2 rojin şeweta di navbera Mezraya Balî û Muşkirekê de didome. Hunermend Ferhat Tunç û heyeta li gel wî ji bo mudaxaleya şewatê bikin çûn herêmê. Tunç, li ser hesabe twîterê diyar kir ku çi ji destê wan bê dê bikin, lê pêwistî bi mudaxaleyek zêdetir heye. Tunç, anî ziman ku Daristana Mûşkirekê ya Geyîksûyû ji şevê din ve dişewite. Tunç, anî ziman ku mudaxaleya şewata daristanê mafekî wan ê zagonî ye û yên vî mafî asteng bikin sûcê zagonî dikin. Tunç, da zanîn ku fer mudaxale dereng bimîne dê felaket mezintir bibe.    ŞEWATÊN LI BAJARÊN KURDAN    Di rojên dawîn de li van çiyayên bajarên kurdan agir bi daristanan hatiye xistin:   *Balefirên şer di 14’ê Tebaxê de Çiyayê Sincik ê Xozata Dersimê bomberdûman kir. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ket. Gel bi derfetên xwe hewl dide agir bitefîne lê şewat bi rojan e didome. Heta biha bi hezaran hektar qad şewitî.   *Di 16’ê Tebaxê de agir bi daristana gundên Sîvan, Doganli û Sûveren ên Dara Hênê ya Çewlikê ku ‘Herêma ewlehiyê ya taybet’ hatibû îlankirin, ket. Ji xeynî gundiyan kesî agir netefand. Agir du rojan berdewam kir û welatiyan bi derfetên xwe vemirand.    * Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di 16’ê Tebaxê de li qada rokirina çopê ya şaredariyê şewat pêk hat û agir bi daristanê ket. Şewat 3 rojan domiya û 20 hektar qad şewitî.   *Li Çiyayên Cûdî û Gebarê yên Şirnexê TSK'ê ji serê Tîrmehê ve operasyonên leşkerî li dar dixe û ji ber operasyonê agir bi gelek cihan ket. Di vê şewatê de gelek erd û rezên tirî şewitîn û agir nehate tefandin.   *Li bejahiya gundê Gelejêr ê Elkê di 17’ê Tebaxê de ji aliyê ‘Tîma Mete’ ya ku yekîneyên tevgera taybet in agir bi daristanê hate xistin.   *Li bejahiya Taxa Unal a Pasûrê ya Amedê di 18’ê Tebaxê de agir bi qadê ket. Piştî mudaxeleya gundiyan û şaredariyê agir hate tefandin.