KCD: Bila ev cejn bibe cejna rizgariya ji zilmê 2018-08-20 11:43:09 AMED – KCD’ê bi wesîla Cejna Qurbanê peyama pîrozbahiyê weşand û got: “Bi daxwaza ku ev cejn bibe wesîleya rizgarkirina ji zilmê, em cejna qurbanê li alema îslamê pîroz dikin.”  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) peyama pîrozbahiya Cejna Qurbanê weşand. Peyama KCD’ê wiha ye: “Cejna Qurbanê ku di nav jiyana alema îslamê de cihekî girîng digire, di serî de gelê me û hemû almena îslamê wekî her sal îsal jî di bin siya şer, pevçûn, îşkence, komkujî, wêrankirin û sirgunan pêşwazî dike.  Di Cejna Qurbanê de alema îslamê hem di nav xwe de û hem jî bi civakên bîr û baweriyê yên din re di nava yekîtî,  biratî, wijdanî û hevkariyê de ne û peyama geşkirina jiyanê ye. Cejnam Qurbanê yek ji rojên girîng û pîroz ku hestên mirovan xurtir dike û ji bo hemû mirovahî di nava hizûr û serfiraziyê de bijîne.   Lê mixabin, dîktator û kesên di nava hêrsa îktîdariyê de ne ji bilî xwe jiyanê li her kesî zehmet kirine û ji ber polîtîkayên parçekirinê civak anîne beramberî hev. Ji ber vê yekê ev cejna pîroz ji rastiya xwe dûr xistine û hundirê wê vala kirine. Li şûna yekîtî, biratî û hişmendiya hevkariyê, zilm û çewisandin bi cih kirine. Hewl didin bi polîtîkayên parçekirina civakê re hundirê pîroziyên me vala bikin û bêwate bikin.   Pîrozkirina Cejna Qurbanê li gorî cewher, ruh û peyama ku dide û jiyana wê ji bo misilmanê rastîn girîng û watedar e. Ev jî ji bo hemû beşên civakê jiyana li gorî mafên mirovan, edalet, wekhevî, demokrasî, azadî, hizûrê bijîn e û ev yek pêkan e.   Bi daxwaza ku ev cejn bibe wesîleya em ji vê rewşa zilmê ku têde dijîn rizgar bibin û bi van hestan ev cejna pîroz a qurbanê li hemû alema îslamê bi dil û can pîroz dikin.”