Li dijî Sefaretxaneya DYA êrîşa çekdarî 2018-08-20 08:40:55   ENQERE - Kesên nasnameya wan nediyar, di saetên serê sibê li dijî Sefaretxaneya DYA ya Enqereyê, bi çekan êrîş pêk anîn.      Kesên nasnameya wan nehat zanîn saet di 05.00'ê sibê de li dijî Sefaretxaneya DYA ya Enqereyê bi çekan êrîş pêk anîn. Maşîneyek sipî ku plakeya wê nehat zanîn li Qada Ataturk  a Enqereyê, li dijî Sefaretxaneya DYA ya Enqereyê bi çekan êrîş pêk anî. Welatiyan dengê 4-5 guleyan bihîst. Hat zanîn ku êrîş li dijî kulubeya hêzên ewlehiyê pêk hatiye. Hat zanîn ku di bûyerê de kesên birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane tune ye. Polîs dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin.