Dag: Li dijî faşizmê tenê rêyek heye, ew jî berxwedan e 2018-08-19 22:20:04     ENDENE - Wekîla HDP’ê Dersim Dag di panela Meclîsa Ciwanan a HDP’a Edeneyê de axivî û got: “Divê em li dijî faşizme têkoşîna xwe mezin bikin.”    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, bi şîara “Ciwan dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin” li Şîrîn Muzîkhol panel lidar xist. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Erol Demîrhan beşdarî panelê bûn.    LI HER DERÎ BERXWEDAN   Wekîla HDP’ê Dersim Dag, di panelê de axivî û wiha got: “Ji bo ku faşîzm rêxistina gelan asteng bike, polîtîkayên tirsê birêve dibe. Îro li dijî faşîzmê tenê rêyek heye, ew jî berxwedane. Em ê li hemû qadan li dijî faşîzmê berxwedanê mezin bikin.”   Dag, bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bilêv kir: “Îro ne tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin tecrîtê deye. Îro hemû gelê Kurd û ciwan dibin tecrîtê dene. Ciwanên Kurd dê bi awayekê birêxistinkirî, tecrîdê ji holê rabikin. Ji bo em karibin tecrîtê ji holê rabikin, divê em xwe birêxistin bikin, têkoşîna xwe xurt bikin û dijî tunekirina faşîzmê li ber xwe bidin. Divê em li gorî dirûşmeya ‘Me bi ciwantî destpêkir û em ê bi ciwantî biser bixin’ tevbigerin.”    PEYWIRÊN MEZIN DIKEVIN SER MILÊ CIWANAN   Endamê PM’a DBP’ê  Erol Demîrhan piştî Dag axivî û bal kişand ser tecrîta girankirî ya li ser Ocalan.  Demîrhan, diyar kir ku di şexsê Ocalan de vîna gelê Kurd tê xespkirin û wiha got: “Li hemberî berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan AKP têk çûye. Ji bo bi dawî anîna tecrîtê em bang berxwedanê li hemû kesan dikin. Ji bo vê jî peywirên herî mezin dikevin ser mile ciwanan.”     Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullarî jî, anî ziman ku ewê li dijî faşîzma heyî têkoşîna xwe mezintir bikin.    Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.