Şewata li Dara Hênê hat vemirandin 2018-08-19 18:15:16   ÇEWLIG - Li çoltera navçeya Dara Hênê ya Çewligê şewata 3 rojan berdewam dikir, hat vemirandin.    Şewata sê rojbûn li çoltera gundên Sîvan, Doganli û Sever ên girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewligê ku weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hatibû îlankirin a berdewam dikir, hat vemirandin. Makîneyên kar ên girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr mûdaxileyê şewatê kirin û vemirandin.  Hat diyar kirin ku ji ber şewata sê rojbûn berdewam dikir û gehiştibû sînorê gundan, zirarek mezin daye rez û bexçeyên gundiyên herêmê.