Leşker vemirandina şewatê asteng dikin 2018-08-19 12:53:42   ÇEWLIG – Li çoltera navçeya Dara Hênê ya Çewligê 3 roj in şewat didome. Welatiyên dixwazin şewatê vemirînin ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin.   Li çoltera gundên Sîvan, Doganli û Sever ên girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewligê ku “Herêma Ewlehiya Taybet” hatiye qedexekirin 3 roj in şewata derketiye didome. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leşkeran agir bi derdora Qereqola Cendermeyan a Guzeldere û Suveren xist û pişt re şewat li herêmê belav bû. Ji ber mudaxeleyî şewatê nehat kirin, li herêmê berfireh bû. Bi hinceta herêm qedexekirî ye leşker destûr nadin welatî şewatê bitefînin.    Hat zanîn ku şewat gihîştiye ber malan û gundî ji bo şewat zirarê nede malên wan belavbûna şewatê asteng dikin.