‘Dersim kezeb û siberoja me ye’ 2018-08-19 11:41:22   DERSIM – Dildarên ji bo şewata li Dersimê bivemirînin çûn herêma qedexe û got: “Dersim siberoja me ye. Em ê bi hemû hêza xwe şewatê vemirînin.”    Li gellek qadên daristana herêma Alîbogazi ya navçeya Xozata Dersimê nêzî du hefteyan e şewata ji ber bombebarankirina ji hewayê û bejahiyê ve derket didome. Şewat li çar aliyên Dersimê berfireh dibe. Bi hezaran hektar qada daristanê şewitî û bû xwelî. Gel dixwaze bi derfetên xwe kêm mudaxele bike û pêşî li şewatê bigire. Heta niha tu sazî û dezgehên dewletê mudaxeleyî şewatê nekiriye û ji wezareta daristanan bigire heta saziyên herêmî li şewatê temaşe dikin. Li şûna mudaxeleya Miduriyeta Daristanan komên dildar mudaxeleyî şewatê dikin. Şewata dijwar li sêgoşeya Xozat, Çemîşgezek û Pilîmûriye dewam dike.    Dildarên çûn herêma Alîbogaziyê ya 40 sal e qedexe ye û mirinê dan çavê xwe û şewatê vedimirînin. Welatiyên ji bo mudaxeleya şewatê çûn herêmê jî xemgîn in ku xwezaya wan dişewite û bi boneya bi salane nikarin biçin herêmê xemgîn in.    'PROJEYA DEWLETÊ YE’    Endamê Desteya Rêveberiya Navneda Lêkolînên Dersimê (DAM) Selman Yeşîlgoz diyar kir ku ji serdema salên 1990’an ku gundên wan hatin şewitandin vir ve daristan dişewitin û got: “Ev projeyek dewletê ye. Dixwazin dîsa gel ji ser axa wan û xwezaya wan biqewirînin. Dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Di bin vê şewatê de pêkanîna vê polîtîkayê heye. Walî dibêje ku şewat li herêmê nîne. Bi van daxuyaniyan henekê xwe bi mirovan dike. Şewata darsitanê di heman demê de tunekirina xwezayê, sîstema ekolojîk, cûreyên nebat û sewalan tune dike. Dixwazin tevahî axa Dersimê tune bikin. Ev 3 roj in em bi komên dildar dixwazin şewatê bixin bin kontrolê. Dersim warê paşeroj û siberoja me ye. Tunekirina vir agir bi dilê me dixe. Tevî ku qedexe ye jî me her tiştî da ber çavê xwe û em şewatê ditefînin.”    ‘EM NIKARIN BI REHETÎ BIGERIN’    Comert Goktur jî anî ziman ku ji ber bombebaranê şewat derketiye û got: “Dixwazin bi şewatê herêmê tune bikin. Em bi derfetên xwe kêm mudaxele dikin. Ev şewat me ditirsîne. Ev welat û çiya yên me ne lê em bi rehetî nikarin lê bigerin.”    ‘KEZEBA ME DIŞEWITE’    Ekolojîst Nadîr Bulut jî destnîşan kir ku daristan bi awayek zane tên şewitandin û li gel bi rojane şewat dewam dike mudaxeleyek bi bandor nayê kirin. Bulut got şewat jiyana xwezayê û sewalan tune dike û ji bo siberojê zirarê dide jiyana xwezayê, mirov û sewalan. Bulut got: “Daristanên me kezeba me ne. Heta hêza me têr bike em ê mudaxele bikin. Herî kêm li 200 cihî bi awayek lokal şewat heye. Qedexeya wan ji bo me ne girîng e. Piştî xwezaya me tune dikin, wateya tu tiştek din nîne. Xwezaya me hebe em jî hene. Dema xweza tune dibe em jî tune dibin. Bila dawî li tunekirina xwezayê bînin.”