Girtiyê nexweş ê 65 salî Ozdal di qomayê de ye 2018-08-19 10:51:46   ENQERE - Girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê rewşa wî giran bûye û ji ber tenduristiya wî xerabûye ji Girtîgeha Bafra ya Samsûnê sewqî Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê kirine, rakirin unîteya qomayê.  Rêvebera ÎHD'ê Nûray Çevîrmen ku Ozdal  ziyaret kir xwest binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe.    Girtiyê nexweş ê 65 salî Koçer Ozdal ku li Girtîgeha Bafra ya Samsunê girtî ye, piştî rewşa tenduristiya wî xera bû, di 19'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Bafra sewqî Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê kirin. Ewil, bi sedema ku cih tune Ozdal sewq nekiribun. Piştî rewşa Osdal giran bû, rakirin nexweşxaneyê û şandin Unîteya Komayê. Parêzera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi Ozdal re hevdîtin kirin û agahî ji bijîşkan stendin. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê û Endama komîsyona Girtîgehan ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, piştî bi Koçer Ozdal re hevdîtin kir der barê tenduristiya wî de agahî da.    'TEDBÎR GIRTIBUNA NEDIKET VÎ HALÎ'    Çevîrmen, diyar kir ku Ozdal li nexweşxaneyê tê dermankirin û wiha got: "Ger ku di destpêkê de rakiribûna nexweşxaneyê û derman kiribûna dê rewşa wî ne wisa bûya. Dema nû anîn nexweşxaneyê ji ber nexweşê penceşêra Mesane bû, bijîşkan diyar kirin ku dê torbeyên wî yên îdrarê jêkin. Dîsa ji ber gurçikên wî îflas kirine dixistin maşîneya dîyalîzê. Hêj dermankirina wî didomiya nexweşiya kezebê derket holê. Li gorî agahiyên bijîşkan niha rakirine uniteya komayê. Di  destê me de rapor tune. Tenê agahiyên ku bijîşkan daye me heye. Ji ber di destpêkê de uniteya Qoma tije bû, nehat dermankirin. Niha şandin Uniteya Qoma. Malbata Ozdal ji bo ziyaretê dê bên Enqereyê. Lê destûrê bidin malbatê ya na, nayê zanîn. Pişti malbat hat em dikarin encama tedawiya wî fêr bibin. Ji ber nexweşiyên Kezebê ew sewqî Uniteya Qoma kirin."    REWŞA GIRTIYAN GIRAN DIBE   Çevirmen, destnişan kir ku ji ber Saziya Tipa Edlî rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" nadin girtiyan, gelek nexweş rewşa wan giran dibin û wiha berdewan kir: "Ji ber şert û mercên giran ên girtîgehan girtî bi mirinê rû bi rû dimînin. Kengî rewşa girtiyê nexweş hat asta mirinê û nikare bijî wî serbest berdidin. Gelek girtiyên nexweş piştî serbest tên berdan li derve jiyana xwe ji dest didin. Divê berî her tiştî dawî li binpêkirina mafên mirovan bê. Ev rewş, pirsgirêka mafên mirovan e. Binpêkirina mafê jiyanê ye. Mafê jiyanê ji destê girtiyan tê girtin. Kengî nexweşiya girtiyan hat teşîskirin divê bên dermankirin. Divê tedawî bê kirin û berdewam bike. Divê dawî li binpêkirina mafên mirovan û girtiyan bê."    Keça Koçer Ozdal Suheyla Ozdal jî diyar kir ku hefteya borî bavê wê bi telefonê agahî dane wê û wiha got: "Bavê min hefteya borî bi telefonê geriya. Got 'Av di kezeba min de bûye kom. Bedena min nepixiye. Ez nikarim cilê xwe biguherim. Ez nikarim bi xwe karê xwe bikim. Em dê hefteya bê biçin Enqereyê. "   Koçer Ozdal, ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê ye, 4 sal berê li Mûşê hatibû binçavkirin û hatibû girtin.    MA / Berivan Altan