Li Dersimê şewat berfireh dibe 2018-08-19 10:43:26   DERSIM – Şewata li herêmên navçeya Xozatê zêdeyî 10 roj in ku didome belavî çar aliyê Dersimê bû û berfireh dibe.    Şewata li herêmên çoltera navçeya Xozatê ya Dersimî zêdeyî 10 roj in didome û ev şewat her ku diçe berfireh dibe. Duh êvarê jî herêmên Sîn, Hopka û Qirkan hatin bombebarankirin û bi vê bombebarankirinê re li çolterê şewat belav bû.    Bi rojan e çar aliyên navçeya Xozatê dişewite û ev şewat belavî heta navneda Dersim û navçeyên wê yên din bû. Derfetên xwezaparêz, dildar û gundiyan ji bo vemirandinê kêm dimînin. Ne şaredariyên navçeyan û ne jî walîtiya Dersimê ji bo vemirandina şewatê xebatek pêwîst birêve nabe.