Konukçu: Krîz dê kûrtir bibin, zem li benda me ne 2018-08-19 09:58:17   STENBOL - Hevberdevka DODAP'ê Kezban Konukçu, diyar kir ku îktidar krîzê bi amûra "Dijminê derve" ku nijadperestî pir jê hez dike bincil dike û wiha got: “Bandora krîza aborî dê zêdetir xwe bide der. Zem dê zêde bibin û kirîz dê kûrtir bibe. Divê hemû hêzên sosyalîst û muxalif bêtir xwe bi rêxistin bikin û karkeran bi rêxistin bikin."      Krîza dîplomasiyê û şer ku Tirkiye bi welatên cîran û DYA re dijî, bandora xwe li ser krîza aborî jî dike. Her ku Tirkiye bêtir dikeve nava şer krîza aborî jî kûr dibe û bandora xwe li ser jiyana welatiyan dike. Bi taybetî piştî di hefteyên dawî de Dolar û Euro li hemberî TL buha bûn, kriza aborî bêtir kûr bû. Hevberdevka Platforma Şêwirmendiya Sosyalist (SODAP) Kezban Konukçu, der barê sedem û encama krîza aborî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Konukçu, anî ziman ku bi rageşiya di navbera Tirkiye û DYA de krîza ku berê hatibû piştguhkirin teqiya û wiha got: “Mezinbûna aboriyê tenê li ser pereyê germ nîşan da. Hilberîn bêtir li ser îthalê pêş xist. Li şûna hilberîna niştecîhî, bêtir sektora înşatê pêş xist. Sewalkarî û çandinî bi dawî kir û li şûna wê dest bi malê îthal kir. Di rewşek wisa de krîza aborî teqez li ber derî ye. Krîza heyî her tim paşve dixist. Lê piştî krîza aborî ya di navbera Tirkiye û DYA de teqiya."    ÎKTÎDAR KRÎZA HEYÎ DIKE FIRSEND    Konukçu, destnîşan kir ku îktîdar krîza heyî ser wê bincil dike û ji bo berjewendiyên xwe dike firsend. Konukçu, destnîşan kir ku mînaka herî şênber di 15'ê Tîrmehê de bi hewldara darbeyê ku 250 kes hatin kuştin got “Lutfa xwedê ye" û sazîbûna faşizmê pêş xist. Me dît darbeya 15'ê Tîrmehê li gorî berjewendiyên xwe pêş xistin. Niha jî krîza aborî dixwazin bi krîza aborî ku di navbera DYA de pêş dixin bincil dikin. Dixwazin DYA wekî berpirsiyarê krîza aborî nîşan bidin. Bi vê yekê hestê "Neteweyî" sor dikin. Bi hesta "dijminantiya derve" nijadperestiyê geş dikin. Bi vê yekê dixwazin kozikên xwe yên hilbijartinên herêmî biparêzin. Bi hesta "dijminantiya derve" hesta "nijadperestiyê" sor dikin. Îktîdarê di destpêkê de nelirêtî û dizî dikir mijara propagandayê. Lê niha ev polîtîka têk çûye û li şûna wê hesta nijadperestiyê pêş dixin. Ji ber ku nijardeperstî ji vê yekê hez dike."    'ÎFLAS DÊ ZÊDETIR BIBE'    Konukçu, da zanîn ku li Herêma Kurdan û Rojhilata Navîn hevsengiyên hêzê yên nû tên avakirin û wiha berdewam kir: "Ev pêvajoya ku DYA û Tirkiye ketiye navê û têkiliya ku bi lez derbasî operasyona Îdlibê bû xuya dibe.  Polîtîkayên Qesrê yên hundir ji ber şer zêde dike krîza aborî kûrtir dike. Polîtîkayên hundir û derve nîşan dide ku krîza aborî dê bêtir kûr bibe û belav bibe. Zem dê zêde bibin. Sektorên înşaatê, enerjî û bankayê li benda krîzek mezintir in. Dê bêtir şîrket îflas bikin û karker dê zêdetir ji kar bên avêtin.    'DIVÊ BI LEZ EM HÊZA MUXALÎF BI RÊXISTIN BIKIN'    Konukçu, bilêv kir ku divê wekî hêzên muxalif û Sosyalist bi lez der barê krîzê de rast gel agahdar û ronî bikin û hemû hêzên muxalif bi lez bi rêxistin bikin. Konukçu, wiha bi dawî kir: "Divê em li dijî rêveberiya faşîzma Qesrê û Sermayedaran hemû hêzên muxalif bi rêxistin bikin. Divê ji niha de li fîrmayên ku îflas kirine û karkerên betal mane karkeran bi rêxistin bikin. Divê em hemû karkeran bi rêxistin bikin û bertekên wan ên li dijî betalî û krîzê xurt bikin. Divê em şêwirmendî û piştevaniyê xurt bikin.    MA / Necla Demîr