Mexdûrên Beybahçeyê: Dewletê sozên xwe bi cih neanî 2018-08-19 09:16:16 DÎLOK – Xizmên ku kesên di Komkujiya Beybahçeyê de mirin, bilêv kirin ku hîn jî ew wek roja ewil diêşin. Malbatan, destnîşan kir ku piştî komkujiyê dewletê mafê xebata di cemaweriyê de daye wan, lê belê bi lêpirsîna ewlehiyê ev yek dîsa ji wan hatiye stendin.  DAIŞ'ê di 20'ê Tebaxa 2016'an de li Taxa Beybahçe ya navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê li daweteke kurdan êrîşeke xwekujiyê pêk anî û di êrîşê de 40 jê zarok 56 kes mirin û 69 ks jî birîndar bûn. Xizmên windayan û birîndaran destnîşan kirin ku piştî teqînê rayedarên dewletê bi şev û biroj li deriyên wan dixistin, lê paşê êdî kes nehatiye û her wiha rayedarên dewletê sozên ku dane bi cih neanîne.    ‘SOZÊN XWE BI CIH NEANÎN'    Arap Ayhan, ku di teqînê de zarokeke wî mir û hevjîna wî û 2 zarokên wî jî birîndar bûn, diyar kir ku hîn jî keça wî Esmanûra 7 salî baş nebûye. Ayhan, destnîşan kir ku êşa wan wekî a roja ewil e û rayedarên dewletê sozên ku dane bi cih neanîne. Ayhan, bilêv kir ku rayedaran soz daye ku ew ê wan wek xizmên şehîdan bihesîbînin û gelek mafan bidin wan û got: "Ne wek şehîd, lê em wek mexdûrên terorê nîşan dan. Wekî sedeqeyê bidin 125 lîre meaş li ser navê me çêkirin. Piştî bûyerê qet nexebitîm. Çimkî nikarim bixebitim. Niha nikarim debara xwe bikim. Piştî teqînê rayedarên dewletê di du mehên ewil de tim dihatin û diçûn, lê paşê ne geriyan ne jî li deriyê me dan. Di her malbatê de mafê xebata di cemaweriyê de dan kesekî. Min mafê xwe da kurê xwe. Lê belê ji ber lêpirsîna ewlehiyê kurê min negirtin kar. Di sicîla wî de tiştek tune bû. Jixwe êşa me kişand mezin e, lê ev kirinên wan êşa me kûrtir dike."    Zehra Ayhan, hevjîna Arap Ayhan, niha li wêneyên keça xwe Ferîde ya 13 salî ku dii teqînê de mir dinere. Ayhan got: "Eger Ferîde sax bûna dê bibûna xwedî meslegegek pir baş." Ayhan ku di teqînê de ew û 2 keçên xwe yên din jî birîndar bûn got: "rewşa Esmanûrê giran bû. Qet nefikirîm ku dê Esmanûr bimire. Çimkî min zanibû Esmanûr hêzdar û wêrek e. Niha rewşa wê pir nebaş e, lingên wê pir nalebitin. Divê Esmanûr ji kîsê îdrarê emeliyat bibe. 6 meh berê çûm cem serbijîşk, got divê emeliyat bibe. Lê 6 meh derbas bûne, hîn jî emeliyat nebûye. Em ne di xema wan de ne. Niha rewşa Esmanûrê qet nebaş e."    ‘MA EZ Ê ÇAW WÎ JI BÎR BIKIM?'    Hezar yavûz ku di teqînê de kurê wê Orhan Yavûzê 10 salî mir, diyar kir ku roja teqînê dema Orhan ji kar hatiye mal pereyê ku wê rojê qezenc kiribû daye wê û tevî hevalên xwe derketiye derve. Yavûz, bilêv kir ku paşê wê Orhan nedîtiye û li nexweşxaneyan li perçeyên mirovan geriyaye, lê belê dîsa jî wê kurê xwe nedîtiye. Yavûz got: "Roja dinê min ew di morga goristanê de dît. Ma ez ê çawa wî ji bîr bikim? Ji wê rojê ve jiyana min serobino bûye. Heta sax bim ez ê dev ji vê dozê bernedim. Kurê min Orhan diçû polsa sisêyan. Li dibistanê û taxê herkes jê hez dikir. Zarokekî bêdeng bû. Bêguneh bû. Ji roja ku şehîd ketiye xew bi çavên min nakeve."    ‘DÊ ORHAN CAREKE DIN NEYÊ'    Bav Kemal Yavûz wiha behsa roja teqînê kir: "Herî dawî min kurê xwe li goristanê dît. Ji ber ku ew tax teqînê tîne bîra me, em ji wê taxê derketin. Her ku cihê teqînê dibînim kurê min tê ber çavên min. Beriya teqînê her tiştê me xweş bû, paşê jiyana me perçeperçe bû. Êdî ne mimkun e ku jiyana me bibe wek a berê. Dê êdî Orhan qet neyê. Niha tenê daxwaza me ew e ku rastî derkevin holê."