Ji ber qedexeyan êdî nikare bixebite! 2018-08-19 09:12:28 COLEMÊRG – Li Şemzînanê Suat Tore, ji ber qedexekirina zozanan dev ji sewalvaniyê berda û tesîsa masiyan vekir. Tore destnîşan kir ku ji ber "herêmên ewlehiyiyî" û zêdebûna dolar êdî karê wî nabe.  Li Şemzînana Colemêrgê Sedat Tore ku ji ber qedexekirina zozanan dev ji sewalvaniyê berda û di sala 2012'an de li gundê sûrûnûsê tevî malbata xwe tesîsa masiyan vekir, diyar kir ku ji ber "herêmên ewlehiyê" û zêdebûna dolar êdî karî wî nabe.    Tore, bilêv kir ku piştî dev ji sewalvaniyê berdaye qederekê li bajaran xebitiye û paşê vegeriyaye gundê xwe û tesîsa masiyan çêkiriye. Tore got: "Ji roja ku me tesîs vekiriye heta niha, herî zêde îsal em tengijîne. Berê tesîsa me tije dibû, lê niha kes tune ye. Hêvîdar im di demeke kurt de dawî li vê pêvajoya pevçûnî bê û mirov bi awayekî azad bijîn. Em mecbûr in lig undê xwe bixebitin, wekî din alternatîf tune ye. Ji ber ku sewalvanî qedandin, me jî tesîsa masiyan vekir. Rewşa vî karê me baş bû, lê ji ber îlankirina qedexeyan êdî rewşa karê me jî nebaş e."    Tore, diyar kir ku ew masiyan li navenda Şemzînan, Gever û Colemêrgê difiroşin û got: "Me bi derfetên xwe hawiz çêkirin û masî xistin van hawizan. Em masiyan hem difiroşin derve hem jî li tesîsa xwe difiroşin. Berê rewşa karê me pir baş bû, lê du sal e rewş nebaş e. Di dema pêvajoya aştiyê de ji karmendan bigire heta ji rojavayê welat jî mirov dihatin vira. Êdî me nikaribû xwe di be rkar bigihîne. Lê niha kar tune ye. Em êmên masiyan jî bi dolar dikirin. Her toj êmz tê zemkirin. Em kîsek êm di 4 rojan de xelas dikin. Êdî em nikarin êm jî bikirin. Me ev tesîs bi hêviyeke mezin vekir, lê niha hindik maye top bavêje. Tekane xelasiya me ew e ku pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike."    MA / Fethi Balaman