ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-19 09:00:05   * Li Şemzînanê Suat Tore, ji ber qedexekirina zozanan dev ji sewalvaniyê berda û tesîsa masiyan vekir. Tore destnîşan kir ku ji ber "herêmên ewlehiyiyî" û zêdebûna dolar êdî karê wî nabe.    * Esnafên Hala Zebze û Fêkiyan a Bayrampaşayê, diyar kirin ku qezenca ku berê di hefteyekê de bi dest wan diket niha di 20 rojî de bi dest wan dikeve. Esnafan got, fatûreya krîzê li wan tê birîn.    * Dayikên Şemiyê tam 700 hefte ye li Qada Galatasarayê li xizmên xwe yên winda digerin. Îkbal Eren, anî ziman ku dema ew hefteyekê neçe Qada Galatasarayê xew bi çavê wê nakeve û got: "Qada Galatasarayê bû cihê goristana me."    * Dosyeya lêpirsînê ya Haci Lokman Bîrlîk ku li Şirnexê polîsan ew kuşt û cenazeyê wî li pêyî wesayîta zirxî hat kişandin li benda dozgerê 6'an e. Di ser bûyerê re nêzî 3 sal derbas bûn, lê belê heta niha tu gavek bi pêş de nehatiye avêtin û her wiha polîsê sûcdar hîn jî li ser kar e.    * Mexdûrên komkujiya Beybahçeyê, diyar kirin ku di ser komkujiyê re 2 sal derbas bûne lê belê tu gavek bi pêş de nehatiye avêtin. Zeynel Çelîkten ku di teqînê de kurê wî yê 15 salî mir, diyar kir ku rayedar soza xwe bi cih neanîne û got: "Derdê me ne pere me re ne."    * Xizmên ku kesên di Komkujiya Beybahçeyê de mirin, bilêv kirin ku hîn jî ew wek roja ewil diêşin. Malbatan, destnîşan kir ku piştî komkujiyê dewletê mafê xebata di cemaweriyê de daye wan, lê belê bi lêpirsîna ewlehiyê ev yek dîsa ji wan hatiye stendin.    *  Hevberdevka DODAP'ê Kezban Konukçu, diyar kir ku îktidar krîzê bi amûra "Dijminê derve" ku nijadperestî pir jê hez dike bincil dike û wiha got: “Bandora krîza aborî dê zêdetir xwe bide der. Zem dê zêde bibin û kirîz dê kûrtir bibe."     * Ber destê cejnê ye, lê belê rûyê esnafan nakene. Li Amedê kesên dezgehên xwe li ser peyarêyan vekirine gotin: "Berê beriya cejnê ev kolan weke kurmoriyan bû, ji mirovan xalî nedibû."    * Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçuk Mizrakli krîza ku îro Tirkiye ketiye nav nirxand û diyar kir ku ev krîz emcama pergala 200 salan e û wiha got: "Ji bo Tirkiye ji nava vê krîzê derkeve divê bi lez gavên bawerî, aramî, aştî û demokrasiyê pêş bixe. Divê bi lez tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. "     * Jinên Qerejdaxê bêyî ku jiyana xwe muhtacî zilaman bikin jiyana xwe didomînin û gotin: “Yên jiyanê afirandine em in.”     Bi pêşegniya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dê ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ve êrîşa TSK'ê ya li dijî Şengalê pêk hat li ber avahiya HDP'a Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê bê şermezarkirin. (12.00)    * Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê dê bi dirûşma "Ciwan xwe li dijî faşîzmê bi rêxistin dikin" li Şîrîn Muzîkholê panel li dar bixe. (17.00)