Waliyê Colemêrgê 30 herêm qedexe kir 2018-08-19 08:08:55 COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê daxuyanî da û diyar kir ku li 30 herêmên girêdayî navçe û navenda Colemêrgê ji bo 14 rojan li çûn û hatinê qedexe kiriye.  Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li 30 herêmên girêdayî navçe û navenda Colemêrgê ji 22'ê Tebaxê heta 5'ê Îlona 2018'an "Herema ewlehiya taybet" îlan kiriye û ji kedin û derketinê re hatiye qedexekirin.