Gelê Dersîmê bi derfetên xwe agirê daristanê vedimirînin 2018-08-19 07:38:47 DERSÎM - Şewata daristanên li herêma Dersîmê zêdeyî 10 rojin didome. Gelê Dersîmê bi derfetên xwe şewatê vedimirînin.  Li herêma Alibogazi ya Navçeya Xozatê ya Dersîmê şewata daristanê zêdeyî 10 rojin didome. Gelê herêmê 3 rojin bi derfetên xwe hewl didin şewata daristanê vemirinîn. Rayedarên dewletê bi hinceta "Herêma ewlehiyê ye" destûr nadin ku gel mudaxaleyî şewatê bikin. Lê gelê herêmê mirina xwe dide ber çavê xwe û dîsa hewl didin ku agirê bi daristanê ketiye û bi rojan e didome vemirînin. Gelek welatî bi melêv, tirmox, dar û beran hewl didin şewatê vemirînin û seferber bûne. Welatiyên ku li navenda Xozatê kom dibin, kom bi kom diçin herêma şewatê û mudaxaleyî şewata daristanê dikin. Bi mudaxaleya welatiyan li hin herêman agir hat vemirandin. Şewata daristanê ya li herêma Zengî, Gelîya Kuzulca, Taşbaşi, Tanzi, Mezraya Piamlî, Degirmendere, Zogar, Boydaş û Zozanê Çakmakli her diçe belav dibe.    Li herêma Hozat, Çemişgezek û Pilûrê 3 rojin şewat didome.