Cenazeyê Mam Zekî Şengalî sipartin axê 2018-08-18 19:00:11   ŞENGAL - Cenazeyê endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Zengalî (Îsmaîl Ozden) ê 15’ê Tebaxê di êrîşa TSK'ê ya hewayî de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha li ser Çiyayê Şengalê bi merasîmeke heybet hate veşartin.   Cenazeyê endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Zengalî (Îsmaîl Ozden) ê di êrîşa TSK'ê ya hewayî de jiyana xwe ji dest da li Şehîdgeha Çiyayê Şengalê ya Dilgeş û Berxwedan bi merasîmeke heybet ve hate veşartin. Çalakiyên welatiyên Bakurê Sûriyeye yên ji bo tevlî merasxîma cenazeyê Mam Zekî bibin berê xwe dabûn Şengalê lê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû rawestandin jî li ser xeta sînor dewam dike.   KONÊ SERSAXIYÊ VEDAN   Şaxa PADÊ'yê ya  Silêmaniyê ji bo Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî konê sersaxiyê hate vedan. Li Girê Elî Nacî yê Silêmaniyê li Ofîsa PADÊ konê  sersaxiyê veda. Konê sersaxiya wê sê rojan berdewam bike. Bi dehan kes, sazî û rêxistinên civaka sivîl serdana konê sersaxiyê kirin û sersaxî  ji hemu gelê Kurd û Êzidî re xwestin. KODAR, RJAK, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Bereya Demokrasiya Gel û gelek saziyên din serdana konê sersaxiyê kirin û ji aliyê nûnerên PADÊ'yê ve hatin pêswazî kirin. Di taziyê de li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Cemal Qasim bixêrhatina hemû partî û rêxistinan kir û sersaxiyê ji tevahî gelê Kurd xwest û ragihand ku Mam Zekî şehîd neketiye, ew her tim dinava dilê wan de jiyan dike.   Piştre partî û rexistinên ku serdana konê sersaxiyê kirin êşên malbatê û gelê Kurd parvekirin û  sersaxî ji tevahî gelê Kurd û gelê Êzidî re xwestin.