Temel: Heta îtîraz nebe guhertin çênabe Ertan: Di dîrokê de yên li ber xwe dan bi ser ketin 2018-08-18 17:14:52     WAN - Parlamenterên HDP'ê tev li panela ku Meclîsa Ciwanan lidar xist bûn û bal kişandin ser rol û mîsyona ciwanan. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, diyar kir ku rola ciwanan a li dijî faşîzmê pir girîng e û ji ber vê yekê barê wan giran e. Parlamentera HDP'ê Bedia Ozgokçe Ertan jî diyar kir ku di dîrokê de yên li ber xwe dan bi ser ketine.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Wanê bi şîara “Serî rake azad bike" panel pêk anî. Ciwanan li Salona Civînê ya KESK'ê pêk anî. Li salonê pankarta “Ciwan li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin" vekirin. Endamên Meclîsa Rêveber a HDP'ê, Rêveberên DBP'ê, hevşaredar û gelek ciwan tev li panelê bûn. Di panelê de Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Tayip Temel û Bedia Ozgokçe Ertan axivîn. Panel bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, bal kişand ser rol û rista ciwanan a di têkoşîna şoreşê de û wiha got: "Di dîrokê de rol û rista ciwanan gelek zêde ye. Ciwanan di dîrokê de li dijî faşîzmê bê tirs û bê fikar têkoşiya ye. Ji ber vê yekê divê ciwan dîsa li dijî pergala faşîzmê rol û ristê bide ser milê xwe. Di têkoşina hebûna kurdan de rola ciwanan gelek zêde ye. Bi ciwanên zane û rêxistinkirî kurd ji tunebûnê ketine pêvajoya hebûnê. Şert û merç ci dibin bila bibin ciwanên kurd di vê axirê de hebûna xwe feda kirine. Li gundekî ger ku axa hebe pergala serdestiyê heye. Ger ku li gundekî li dijî vê pergalê îtiraz hebe guhertin jî heye û têkçûna pergalê jî heye. Heta ku îtîraz tune be dê pergala axatiyê bidome. Ji ber vê yekê divê ciwan li dijî tiştên neyînî îtîraz bike û helwesta xwe dîne. Ger ku Birêz Ocalan ji Deniz Gezmiş hêz negirtibûya belkî têkoşîn neaniya vê astê. Birêz Ocalan got "Kurdistan mêtîngerî ye" Ev yek ji Denizan dewir girt. Em jî dê vê hêzê ji wan bigirin."    PÊDIVÎ BI YEKÎTIYÊ HEYE   Parlamentera HDP'ê Bedia Ozgokçe Ertan jî diyar kir ku di dîrokê de yên li ber xwe dan bi ser ketine. Ertan, diyar kir ku gelek tiştên ku ji ciwanan fêr bibin hene û wiha got: "Berî her tiştî pêdivî heye ku em hemû bi hevre tev bigerin. Pêdievî bi yekîtiyê heye. Divê em rastiyê baş tespît bikin û li gorî wê têbikoşin. Di dîrokê de her dem yên têkoşîyane bi ser ketine."