Malbata Şenyaşar: Hilbijartina Yildiz a ji bo MKYK nîşan dide ku AKP di nava bûyerê de 2018-08-18 17:02:24   RIHA - Ji malbata Şenyaşar Osman Şenyaşar, bertek nîşanî hilbijartina Îbrahîm Halîl Yildiz ê dema bûyera kuştina dikandar Hacî Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî ku li cihê bûyerê bû, ê ji bo MKYK’a AKP’ê hat hilbijartin da û got: “Hilbijartina Yildiz a ji bo MKYK’ê, rastiya AKP'ê ya di nava bûyerê de carek din radixe ber çavan.”   Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê dema bûyera kuştina dikandar Hacî Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî yên di 14’ê Hezîranê de li navçeya Pirsûsa Rihayê li cihê bûyerê bû, ji bo MKYK’a AKP’ê hat hilbijartin. Malbata Şenyaşar bertek nîşanî hilbijartina Yildiz a ji bo MKYK’ê da. Li ser navê malbata Şenyaşar Osman Şenyaşar wiha got: "Hilbijartina Yildiz a ji bo MKYK’ê rastiya AKP a di nava bûyerê de carek din radixe ber çavan.” Şenyaşar, bertek nîşanî hilbijartina Yildiz a ji bo MKYK’ê da û wiha bilêv kir: “Der barê bûyerê de tu pêşketin tuneye. Di bûyera li Pirsûsê hat jiyîn de, raste rast destê Îbrahîm Halîl Yildiz tê de heye. Niha jî di kongreya AKP’ê de ji bo MKYK’a AKP’ê hat hilbijartin. Ev pêşketin vê yekê nîşanî me dide. AKP bi xwe nava bûyerê de cih girtiye. Ger desthilatdar bi ser bûyerê de biçûya, ev kes nedikir parlamenter û dê ji endamtiya xwe derbixista. Lê hemû nêzikatiyên heya niha hatin kirin, nîşan didin ku desthilatdar jî, parçeyekê vê bûyerê ye.”