Beştaş: Em ji bo hilbijartina herêmî amadene 2018-08-18 16:23:24   SÊRT - Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, di kongreya Rêxistina Bajêr a Sêrtê de axivî û got: “Baweriya me bi hêza gel heye. Em ji bo hilbijartina herêmî amadene. Bi xebatek bi hêz, em ê gund bi gund bigerin û em ê nîşan bidin ku tu carî emê teslîmê vê faşîzmê nebin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê, Kongreya xwe ya Asayî ya 2’yemîn li Salona Dawetê ya Ugur li dar xist. Ligel parlamenterên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Mehöet Siddik Taş, Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên partiyê beşdarî kongreyê bûn. Pankarta “Ji bo azadiyê em li ber xwe didin û ji bo demokrasiyê em xwe birêxistin dikin” bi salonê ve hat kirin.    ‘HDP’Ê SERKEFTINEK MEZIN BIDEST XIST’   Piştî hilbijartina dîwanê, Parlamenterê HDP’ê Mehmet Siddik Taş axivî û wiha bilêv kir: “Ligel hemû zor û zehmetiyan HDP di hilbijartinê de bi vîna gelek serkeftinek mezin bi dest xist. Piştî van hemûyan îro li Tirkiyeyê kaosek heye. Ger em li gorî vê pêvajoyê xwe amade bikin, em ê kiribin li dijî vê rejîmê têkoşînek mezin birêve bibin. Di rewşa heyî de hikûmeta AKP’ê naxwaze cih bide tu beşan. Lê hemû kes jî baş dizane HDP partiya bi mîlyonan gele. Kes nikare HDP’ê paş guh bike.”    Parlamenter HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, piştî Taş axivî û diyar kir ku ev serdem wiha naçe, dê ev serdem jî bi dawî bibe. Beştaş, anî ziman ku ew hemû sûcên li dijî gelan hatin kirin baş dizanîn û wiha  bilêv kir: “Emê hesabê hemû sûcan, li hemberî gel ji wan bixwazin. Em ji vê derê parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven silav dikin. Guven vîna gele û ji bo parlamenteriyê hatiye hilbijartin. Dîsan mîna Guven, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag rehîn girtin. Dema Demîrtaş namzetê Serokkomariyê bû jî bernedana. Ji ber Demîrtaş biaxive, dê maskeya Erdogan bikeve û yek bi yek sûcên wî dê derbikevin holê.”     'EM JI BO HILBIJARTINA HERÊMÎ AMADENE'   Beştaş, da zanîn ku wan starta hilbijartina herêmî daye  û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Sêrt bajarek girînge. Em weke HDP’ê ji bo hilbijartinê amadene. Me ji bo xebatên hilbijartinê stat dabû. Bi xebatek bi hêz, em ê gund bi gund bigerin û em ê nîşan bidin ku tu carî emê teslîmê vê faşîzmê nebin. Bersiva me di 24’ê Hezîranê de da wan, emê ji wê zêdetir bersiv dibin. Baweriya me bi hêza gelê me tê. Êrîş û zextên wan, dê li hemberî biryardariya me winda bike.”   Piştî axaftinan, rapora falîyetên partiyê hat xwendin û dûre hilbijartin hat kirin. Di encama  hilbijartina  hat kirin de, Serdar Batûr û Ayşe Ekîncî ji bo Hevserokatiya HDP’ê ya Sêrtê hatin hilbijartin.