Girtiyê penceşêrê Uçar berdin 2018-08-18 15:24:19   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 334'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk anîn û xwestin girtiyê nexweşiya pençeşêrê Avnî Uçar bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 334'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Gelek parazvanên mafên mirovan jî amade bûn. Parazvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê pençeşêrê Avni Uçar. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta “Tecrid dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" vekirin. Parazvanên mafê mirovan bê navber dirûşmeyên “Dawî li îşkenceya lêgerîna tazî bînin", "Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibin" û "Bila Avni Uçar bê berdan" berz kirin.    Vê hefteyê Endama komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Meryem Bars daxuyanî da. Bars diyar kir ku dewlet bi pergala tundî û tirsê mirovan dihilîne û wiha got: "Dewlet armanc dike ku piştevanî û şewirmendiyê qut bike û girtiyan ji hev dûr bixe. Girtiyê nexweş Avnî Uçar, di sala 1992'an de hat girtin. Di sala 2006'an de dema çû nexweşxaneyê fêr bû ku bi pençeşêrê ye. Gurçikek wî jê kirin. Di sala 2011'an de fêr bû ku bi pençeşêra mesane ye. Dîsa di gurçika wî de kîsta 23.6 mm  heye. Di salên 2007, 2010, 2012 û 2013'an de ji bo serbest bê berdan 4 caran serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) da. Lê her dem bersîva redê girt. 26 salin li gelek girtîgehên cuda yên Tirkiye maye. Divê Uçar bi lez serbest bê berdan. Bi sedan nexweş bêyî xatir bixwazin li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên ku berê tu pirsgirêkên wan ên tenduristiyê tune bin, piştî tecrîd û şertên girtîgehê nexweş dibin û derdikevin. Herî dawî em dixwazin Uçar bi lez serbest bê berdan."