Dayîkên Şemiyê: Gorên me bûn qada Galatasarayê 2018-08-18 14:54:58   STENBOL - Dayîkên Şemiyê, diyar kirin ku mafê wan ê goreke wan hebe ji destên wan hatiye girtin û gotin: “Goreke me ya em qûrnefîlekê danîn ser tuneye. Gora me êdî bûye qada Galatasarayê.”    Dayikên Şemiyê, ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên cezakirin di hefteya 699’emîn de, li Qada Galatasarayê kom bûn. Çalageran pankarta “Kujer diyarin winda li ku ne?” û wêneyên windayan vekirin. Xizmên windayan gelek Mirovên Şemiyê, parlamenterên HDP’ê Huda Kaya, Gulîstan Koçyîgît û Fîlîz Kerestecîoglu beşdarî çalakiyê bûn.    Parlamentera HDP’ê Fîlîs Kerestecîoglu destpê kê di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em bang û daxwaza  mezinkirina piştevaniya bi xizmên windayan re dikin.”   OCAK: HERÎ DAWÎ HÛNÊ BI SÛCÊN XWERE RÛ BI RÛ BIMÎNIN   Birayê Hasan Ocak ê di sala 1995’an de hat binçavkirin û dûre cenazeyê wî hat dîtn Alî Ocak dûre  axivî. Ocak, anî ziman ku 23 salin li Qada Galatasarayê li edaletê digerin. Em cardin bang li raydaran dikin, hûnê di dawiya dawîn de bi sûcên xwe re rû bir û bimînin. Ji derveyî vê tu alternatîfek we tuneye.”   KIRBAYIR: CIHÊ GOREKÊ JI BO ME PIR DÎTIN   Dûrê biyarê Cemîl Kirbayir ê di 12’ê Îlona 1980’iyan de dibin çavan de hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin Mîkaîl Kirbayir axivî û wiha got: “Dewlet sûcdare. Raydarên dewletê sûcê mirovaniyê kirin. Hûn maf nadin me, em jî naxwazin tiştên we bi serê me anîn, bi serê we de jî were, lê we cihê gorekê jî ji bo me pir zêde dît. Netenê di hefteya 700’emîn de, hertim piştgiriyê bidin me.”   EREN: GOREKE ME YA EM QÛRNEFÎLEK’Ê JÎ DANIN SER TUNEYE   Xwişka, Hayrettîn Eren ê di 12’ê Îlonê de hat windakirin Îkbal Eren jî, diyar kir ku 76 cejnin, ew birayê xwe hembêz nake û wiha bilêv kir: “Em ji vê derê wan hembêz dikin. Piştî sê roj din Cejna Qûrbaniyê. Mirov dê biçin ser gorên xizmên xwe. Lê goreke me  ya em qûrnefîlekê jî danîn ser tuneye. Gorên me bûne Qada Galatasarayê.”    OCAK: DAXWAZA DAYIKAN BÊ BERSIV DIMÎNIN    Ji Mirovên Şemiyê Masîde Ocak daxuyaniya vê heftê da û wiha axivî: “Mafê me yê gorek me hebe, ji destên me hatiye girtin. Em dixwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Ev daxwaza dayîkên bê bersiv dimîne. Em di vê cejnê de jî nikarin behsa hiqûq, edalat û demokrasiyê bikin. Ji ber ku di cejnê de hizûr, aştî, keyfxweşî û hizûr heye.”   ‘WINDAHIYÊN ME LI KU DERÊ NE?’   Ocak, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin hemû bersûc bên cezakirin. Ev karê we yê serekeye. Bi boneya Cejna Qûrbanê , em cardin pirs ji rayedarên dewletê dikin. Heskiriyên me yên dibin çavan de hatin windakirin li kuderêne?”