Di perwerdehiya polîsan a li Efrînê 50 endamên ENKS’ê jî hene 2018-08-18 12:47:15   EFRÎN – Li Navçeya Raco ya Efrînê yekemîn akademiya polîsan a Tirkiye dawî bû. Li gor agahiyan 50 endamên ENKS`ê jî di nava perwerdehiyê de cihê xwe girtin.    Tirkiye ku ji ber zextên NY'ê eskerên xwe di bin baneya OSO de li Efrînê bi rêxistin kirin, biryar girt ku Efrînê radestî polîsên sivîl bikin. Bi vê yekê hikûmeta AKP'ê beşek esker dibin navê polîsên sivîl de veşartin û tevlî polîsên sivîl kirin. Li gor agahiyan li navçeya Raco Akademiya Perwerdehiya Polîsan ku hatibû vekirin, yekemîn dewreya perwerdehiyê bi dawî kir. Hat îdeakirin ku di berpirsiyartiya rêveberê ENKS’ê Fadil Horo de 50 endamên ENKS’ê jî di vê perwerdehiyê de cihê xwe girtine.     DIBISTAN KIRIN NAVENDA POLÎSAN    Hat destnîşan kirin ku Tirkiye piştî li navçeya Raco yekemîn dewreya perwerdehiya akademiyê ya polîsan qedand, ji bo çavtirsandina gel û propagandayê xwe bikin xwepêşandan lidarxistin. Hat diyarkirin ku wê van polîsan di Dibistana Ş. Amed a navçeya Raco de bi cih bikin. Dê dibistanê bikin navenda polîsan. ENKS`ê ne tenê di “Meclîsa Sivîl a Efrînê” ku ji aliyê MÎT, AKP-MHP û ENKS ve li Dîlokê hatibû avakirin de, di nava polîsên girêdayên Tirkiye de jî cih digire.  Li gorî agahiyan di nava akademiyên perwerdekirina polîsan a bi taybet ji aliyê MÎT’ê ve hat dayîn de, di bin pêşengtiya rêveberê ENKS’ê ku ji gundê Bilîlka ya Raco ye Fadil Horo de 50 endamên xwe tevlî kirine.  Welatiyên ku rastî zextan hatin gotin ku Fadil Horo û gelek endamên ENKS’ê yên tên naskirin jî di nava wan polîsan de bûn.