Dag: Waliyê Dersimê li şûna me hedef nîşan bide, bila şewatê vemirîne 2018-08-18 11:40:41   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, a çû Dersimê û şewata daristanan li cihê wê lêkolîn kir û Waliyê DersimÊ Tuncel Sonel bi gotina “kesa hizûrê xerab bike” hedef nîşan da, bertek nîşanî walî da û got: “Li şûna me hedf nîşan bide, bila li şewata li herêmê mêze bike.”   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û şandeya pê re, ji bo şewata li herêma Alîbogazi ya navçeya Xozata Dersimê lêkolin bikin, di 16’ê Tebaxê de çûn Dersimên. Waliyê Dersimê Tuncel Soner û medya AKP’ê parlamenter Dag hedef nîşan dabûn û gotibûn “kesa hezûrê xirab dike ye.”   ‘QAŞO WALÎ BER DAXUYANIYÊN ME ACIZ BÛYE’   Wekîla HDP’ê Dag, bersiv da gotinên Walî û nûçeyên medya AKP û wiha axivî: “Di  çarçoveya bernameya partiya me diyar kiribû de, em çûn herêmên şewat lê berdam dikin. Daxuyaniyên walî, dij rastiyane. Em beşdarî merasîma cenazeyê fermandara  YJA STAR’ê  Pinar Yildirim a li Mala Cemê ya Dersimê bûn. Dûre di çarçoveya bernameya partiyê de em çûn navçeya Xozatê. Waliyê ku 2 heftene şewata li daristanên Dersimê naxwaze bibîne, daxuyaniyên nerast ên mîna ‘şewata bin xeliye’ dan. Ji ber ku me wî derew derxist, vê carê ket nava hewl danen reşkirina me. Daxuyanî û lêkolînên me kirin diyare ku walî aciz û tengav kirine.”    ‘WALÎ GEL SEWQÎ DIJMINANTIYÊ DIKE’   Dag, da zanîn ku walî qet peywira xwe ne aniye cih û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel ku walî erka xwe ne anî cih jî, gel sewqî dijminantiyê dike. Walî me hedef nîşan dide. Divê walî dest ji vê berde û şewata daristanan vemirine. Bila dest ji hiqûqa dijminantiyê berdin. Ji ber ez weke hedef hatim nîşandan, ezê bi navbeynkariya parêzerên xwe serlêdana sûc bikim.”