Welatiyan şewata Daristana Pasûrê vemirand 2018-08-18 11:23:59   AMED - Şewata daristana li Gundê Şerefxane yê navçeya Pasûrê ya Amedê derketibû, ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin.    Şewata li gundê Şerefxanê yê Navçeya Pasûrê ya Amedê duh sibê bi daristanê ketibû, îro ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin. Nehat zanîn ku duh agir çawa bi daristanê ketiye. Welatiyan îro mudaxaleyî şewatê kirin û bi hevre şewata daristanê vemirandin. Piştî welatî ketin nava hewldanan Yekîneya Agirkujê ya Şaredariya Pasûrê jî çû alîkariyê û bi hevre şewat vemirandin. Keyayê Gundê Şerefxanê  Mehmet Guneş, diyar kir ku duh serê sibê şewat bi daristanê ket û piştî welatiyan mudaxale kirin şewat vemirandin. Guneş, anî ziman ku welatiyan bi alîkariya yekîneya şaredariya Pasûrê şewat vemirandin.