'Mirov nikarin muayene bibin û dermanan bistînin’ 2018-08-18 10:20:27   AMED – Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku bihabûna dovîzê bandorek neyînî li ser dermanan dike û ji ber vê yekê şirket biçûk dibin û li nexweşxaneyan di muayeneyan de bihayê zêde ji welatiyan tê stendin.    Li Tirkiyeyê krîza aborî ya her ku diçe kûr dibe, yek ji qadên bandor lê tê kirin jî sektora tenduristiyê ye. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya û Sekreterê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES)  Mehmet Nur Ulus bandora krîza aborî ya li ser tenduristiyê nirxandin. Yerlîkaya diyar kir ku krîza aborî bandorek neyînî li ser sektora tenduristiyê dike û bi bihabûna dovîzê re bihayê dermanan zêde bûye û girêdayî vê yekê jî şîrketên dermanan biçûk bûne.    ‘ŞIRKETÊN DERMANAN BIÇÛK DIBIN’    Yerlîkaya bal kişand ser bandora krîza aborî ya li ser qada tenduristiyê û wiha got: “Wezareta Tenduristiyê bi polîtîkayên Saziya Sîgortayên Civakî li ser kura dovîzê ya sabît dermanan îthal dike. Ev yek jî bandorek neyînî li ser şirketên dermanan dike û li Tirkiyeyê gelek şirketên dermanan biçûk dibin. Ji ber ku berê û niha jî li pêşniyar û nêrînên rêxistinên tenduristî û meslekî û nêrînên akademîk guhdar nekirin û di vî warî de polîtîkayek nehat lipêşxistin, dibe ku di pêvajoya pêş me de li Tirkiyeyê tengezariya dermanan zêde bibe.”    ‘MIROV NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYAN’    Yerlîkaya anî ziman ku di muayenekirinê de paya ku anîne ser dermanan mirovan ji nexweşxaneyan dûr dike û got: “Ji ber vê polîtîkaya paya dermanan însan bêtir berê xwe didin serwîsên lezgîn. Wek ku çawa li gellek qadan tengezarî derdikeve, dê li qada tenduristiyê jî tengezarî mezin bibin.”    ‘DEWLET MÎNA ŞIRKETÊ BIRÊVE DIBIN’    Sekreterê Şaxa SES’ê ya Amedê Mehmet Nur Ulus jî bi bîr xist k udi serdema OHAL’ê gellek kes ji kar hatin derxistin û wiha got: “Piştî krîza îhracan û ji kar derxistinê niha jî krîza aborî kûr dibe. Herî zêde kedkar û karker dikevin binadorek neyînî ya vê krîza aborî. Tirkiye êdî mîna şirketekê tê birêvebirin. Kesên nêzî desthilatdariyê digirin kar. Bi vî awayî rang dibe mijara gotinê. Ev ne şirket e, dewlet e.”    ‘PEREYÊ ZÊDE JI WELATIYAN DISTÎNIN’    Ulus da zanîn ku dermanên ji derve tînin li ser dovîzê tên û wiha axivî: “Gellek derman ji derve tînin. Mirov ji ber ku hin derman ji aliyê Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ve nayê dayîn neçarin ji derve bi pereyên xwe bikirin. Dermanên ji Ewropa tên jî bi endeksa dolar û Euro tên. Dema welatî diçin nexweşxaneyê derman dibin, pereyê zêde ji wan tê stendin. Dema wisa dibe hem pere zêde didin dermanan û hem jî pereyê zêde didin muayeneyê.”