Kaya: Îmaja 'Tirkiye bi êrîşan re rû bi rû ye' tenê ji bo qezenckirina hilbijartinên herêmî ye 2018-08-18 09:14:23 STENBOL – Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Ahmet Kaya ji bo krîza di navbera Tirkiye û DYA'yê de got "bera bazariya Kasimpaşayê" û "hewldanên nixumandina ser xerabûna aboriyê". Her wiha Kaya ji bo îmaja "Tirkiye bi êrîşan re rû bi rû ye" jî got, AKP bi vî awayî dixwaze hilbijartinên herêmî ku tê plankirin dê di Mijdarê de pêk bên qezenc bike.  Hevserokê Giştî yê Partiya Damezrandin Ji Nû Ve ya Sosyalîst (SYKP) Ahmet Kaya, krîza di navbera Tirkiye û DYA'yê de û rewşa aborî û siyasî nirxand.    ‘DERKETINA KRÎZA BRUNSON, BERA BAZARIYA KASIMPAŞAYÊ YE'    Kaya bilêv kir ku krîz ku tê xwestin di ser Brunson re bê derxistin tenê hêleke çiyayê qeşayê ye û di heman demê de ev krîz ser hin tiştan digire. Kaya, anî ziman ku beriya hilbijartinê rewşa aboriyê nebaş bû, lê belê bi afirandina krîza bi DYA'yê re tê xwestin ku ser vê krîzê bê girtin. Kaya, destnîşan kir ku AKP bi propagandaya "li hemberî me operasyoneke navnetewî heye" dixwaze fatûreya krîzê li karker, gundî û xizanan bibire û got: "Eger operasyoneke navnetewî hebe, nexwe çima Almanya û welatên YE'yê ne li cem te ne? Bi vî awayî dixwazin ser krîza aborî bigirin. Her wiha krîza di ser Brunson de hat derxistin jî bera bazariya Kasimpaşayê ye." Kaya, diyar kir ku di vê rewşê de çi bibe dê bi gelên Tirkiyeyê bibe û got: "Bi rastî jî krîza aborî heye. Dema hûn li çarşî û bazaran bi mirovan re biaxivin hûn ê bibînin."    ‘XELASIYA JI KRÎZÊ POLÎTÎKAYÊN ŞER Û MESELEYA KURD E'    Kaya, destnîşan kir ku bi vê krîzê re tişta girîng polîtîkayên şer in û got: "Eger em li welatê xwe aştiyê pêk bianiyan, navbera me û cînaran xweş bûna dê rewş ne ev bûna. Polîtîkayên şer, neçareserkirina pirsgirêka kurd sedemên sereke yên vê krîzê ne. Hêla qeşayê ya tê xuyakirin tenê têkiliyên bi DYA'yê re ne."    ‘JI BO QEZENCKIRINA HILBIJARTINA HERÊMÎ YE'    Kaya, destnîşan kir ku AKP di pêvajoyên xwe yên îktîdarê de tim bi polîtîkaya mexdûrbûyînê tev digere û got, îmaja "Tirkiye bi êrîşan re rû bi rû ye" jî tenê ji bo hilbijartinên herêmî ku tê plankirin dê di meha Mijdarê de pêk bên qezenc bike. Kaya got: "16 sal in AKP îktîdar e û niha careke din xwe xistiye pozîsyona mexdûriyetê. Mimkun e ku ji hilbijartinên herêmî jî pêşwext çêbibin. Bi feraseta 'em bi êrîşan re rû bi rû ne, lê dîsa jî serê me bilind e, eger hûn dengê xwe bidin me hûn ê bi ser bikevin' dixwaze hilbijartinên herêmî qezenc bike."    Kaya, destnîşan kir ku li hemberî hemû pêkanînên li welat û li hemberî vê rewşê divê eniyeke demokratîk pêk bê û di vî warî de roleke mezin dikeve ser milê HDP'ê.    MA / Necla Demir