Parêzerê mexdûrên komkujiya Dîlokê: Dixwazin ser dosyeyê bigirin 2018-08-18 09:13:34 DÎLOK – Parêzerê mexdûrên di teqîna Beybahçe ya Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan Mehmet Alagoz, diyar kir ku di ser teqînê re 2 sal borîn û di du salan de tenê 4 danişîn pêk hatine. Alagoz anî ziman ku heyeta dadgehê di hemû danişînan de daxwazên hatine kirin red kirine û wiha got: "Heyet dixwaze bersûcên li ber destan ceza bike û ser dosyeyê bigire."  Di 20'ê Tebaxa 2016'an de DAIŞ'ê li Taxa Beybahçe ya navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê êrîşî daweteke kurdan kir û di êrîşa xwekujiyê de 40 jê zarok 56 kes mirin û 69 kes mirin. Bi hinceta "ewlehiyê" doz ji Dîlokê veguhastina Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Kayseriyê. Di ser komkujiyê re 2 sal derbas bûn. Heta niha 11 jê girtî 12 kes tên dariznadin û 4 danişîn pêk hatine.    Parêzerê dozê Mehmet Alagoz, pêvajoya darizandinê nrixand û got heyeta dadgehê wekî dosyeyek ji rêzê û dozeke edlî be nêzî dosyeya dozê dibe.    ‘HEYET DAXWAZAN HEMÛYAN RED DIKE'    Alagoz, diyar kir ku sedema ku dosyeya dozê neqlî Kayseriyê kirin ew e ku "dozê ji malbatên mexdûr dûr bixin". Alagoz, destnîşan kir ku bersûc îafdeyên xwe yên di dema lêpirsînê de dabûn red kirine û îdia kirine ku "di bin îşkenceyê de îfade dane". Alagoz, bilêv kir ku hemû daxwazên wan ên ji bo lêkolînkirina îafdeyên bersûcan hatine redkirin û got: "Ji bo rastî û nerastiya îfadeyan hem em hem jî wekîlên bersûcan ji danişîan ewil ve doza qeydên kamerayên odeyên îfadey dikin. Çimkî di odeyên îfadeyan de kamera hene û ew qeyd di arşîvên TEM'ê de ne. Eger me ew têxistana nav dosyeyê, dê diyar bibûna ka bersûc derew kirine an na."    DIXWAZIN SER DOSYEYÊ BIGIRIN    Alagoz, destnîşan kir ku bersûcek îdia kiriye ku nîşandana cih sexte ye û materyalên heyî jî ji aliyê emniyetê ve hatine veşartin û rayedarên emniyetê ew der nîşanî wan daye. Alagoz, bilêv kir ku wan ji emniyetê doza dîmenên nîşandana cih kirine, lê belê heyetaa dadgehê ev daxwaz jî qebûl nekiriye û got: "Heyet dixwaze bersûcên li ber destan ceza bike û ser dosyeyê bigire. Ji bo me cezakirina bersûcên li ber destan ne daxwaza me ya sereke ye. Daxwaza me ya sereke ew e ku heqîqet derkeve holê. Emniyet jî dixwaze dosyeyê ji holê rake. Zanyariyên îstixbarî yên di dema teqîna Gara Enqereyê de derketin holê, diyar dikin ku dê DAIŞ li Dîlokê êrîşî daweteke kurdan bike. Lê belê emniyeta ku hay ji vê yekê heye, ji bo vê yekê çi tevdîr girtine? Em bersiva vê prisê nabînin."    Alagoz, destnîşan kir ku danişîna 4'an jî qediyeya, lê belê hîn jî tu daneyek li ber destê wan tune ye ka kî êrîşa xekujiyê kiriye û çawa kiriye tune ye. Alagoz, bilêv kir ku biryarên heta niha hatine dayîn yek jî ne ji bo dîtina kiryarên rasteqîne ne û got: "Di vê dosyeyê de navê 12 kesan heye, lê eleqeya 2 kesan qet bi bûyerê re tune ye. Di dosyeyê de 2 kes bersûc in ku ji bo bombeyan bigirin ji Enqereyê hatine Dîlokê. Eleqeya wan kesan bi teqîna li dawetê pêk hat tune ye. Her wiha dosyeya polîsên ku di operasyona Dîlokê de hatin kuştin jî bi vê dosyeyê re hatiye yekkirin."