Togrûl: Eger hesap ji DAIŞ'ê pirsîbûna dê komkujî li Beybahçeyê pêk nehata 2018-08-18 09:12:43 DÎLOK – Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, êrîşa DAIŞ'ê ya li daweta li Beybahçeyê pêk anî nirxand û destnîşan kir ku êrîşên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê hemû girêdayî hevdu ne û got: "Eger bi ser rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Dîlokê de biçûna, dê tu teqîn pêk nehatana."  Di 20'ê Tebaxa 2016'an de DAIŞ'ê li Taxa Bebahçe ya navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê êrîşî daweteke kurdan kir. Di êrîşa xwekujiyê de 40 jê zarok 56 kes mirin û 69 kes jî birîndat bûn. Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl teqîna li Beybahçeyê nirxandin û destnîşan kir ku beriya vê teqînê êrîşên DAIŞ'ê yên din bi awayekî cidî nehatine lêkolînkirin û loma komkujiyeke wisa pêk hat.    ÊRÎŞ GIRÊDAYÎ HEV IN    Togrûl, bilêv kir ku teqîna li Beybahçeyê piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an ku AKP ji îktîdarê ket pêk hat. Togrûl, diyar kir ku pêwendiyeke organîk a vê teqînê bi bombekirina avahiyên HDP'ê yên li Edene û Mêrsînê, êrîşa li mîtînga HDP'ê ya Amedê, teqînên li Pirsûs û Gara Enqereyê re heye. Togrûl, anî ziman ku ji ber teqîn nehatine lêkolînkirin ev yek bûye sedema teqîneke nû û got: "Bi rastî jî eger organîzasyona êrîşî ya li mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê bihatana lêkolînkiri, dê êrîşa li Pirsûsê çênebûna. Eger teqîna li Pirsûsê bihatana lêkolînkirin, dê teqîna li Gara Enqereyê pêk nehatana. Eger dosyeya doza teqîna Gara Enqereyê bi awayekî cidî bihatana lêkolînkirin dê plana êrîşa li Beybahçeyê derketana holê."    NOQTEYA SEREKE DÎLOK E     Togrûl, anî ziman ku di êrîşa Beybahçeyê de hedef malbatên xizan bûn. Togrûl, destnîşan kir ku doz veguhastina Kayseriyê û bi vê yekê xwestine malbat û rêxistinên civaka sivîl di warê şopandina dozê de bên astengkirin. Togrûl, diyar kir ku rê li ber saziyêns iyasî û rêxistinên civaka sivîl hatine girtin ku mudaxilî dozê nebin û bi vî awayî xwestine ser dozê bigirin. Togrûl got: "Noqteya sereke ya êrîşa Beybahçeyê û êrîşên din Dîlok e. Aşkere ye ku bi awayekî baş bi ser rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Dîlokê de neçûn. Bersûcên teqînê dikaribûn bi saxî bên zevtkirin, lê belê hatin kuştin û ev yek tesîr li hêza ku destekê dide êrîşan dike. DAIŞ'ê Dîlokê bi awayekî cidî kiribû navenda xwe. Emîrên DAIŞ'ê ji bo Dîlokê gotibûn 'Reqa ji bo me çi be, Dîlok jî ji bo me ew e.' Eger bi ser rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Dîlokê de biçûna, dê tu teqîn pêk nehatan."    PIŞTÎ BEYBAHÇEYÊ ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ KIRIN    Togrûl, destnîşan kir ku dewlet ji bo kurdên ku ji wan re dibê 'birayên min ên hezar salî" statuyê li Sûriyeyê bi dest nexin ji bo xwe her tişt mubah kiriye û ji ber dewlet li hemberî teqînan xwe li nedîtinê daniye kurd bi awayekî zêde mexdûr bûne. Togrûl got: "Ew mexdûriyet li cihekî din kirin sedema ku êrîşî kurdan bikin. Piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li beybahçeyê hîn birîna kurdan necebirîbû êrîşî Efrînê kirin û birîn kûrtir kirin. Eger teqîna li Beybahçeyê çênebûna, dê Efrîn neketan vî halî."