Parêzer Batûmlû: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin 2018-08-18 09:12:01 STENBOL - Parêzer Ayşe Batûmlû, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di asasê xwe de destpêka tecrîdkirina hemû avaniyên siyasî û saziyên hiqûqê yên li welat e û got: "Ji bo polîtîkayên neçareserkirinaa pirgirêka kurd ji holê bên rakirin divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 19 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de ye û ji 27'Ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer û ji 11'ê Îlona 2016'an ve jî malbat nikarin hevdîtinê pê re çêbikin. her wiha Heyeta Îmraliyê jî ji 5'ê Nîsana 2015'an ve nikare biçe Îmraliyê.    Parêzer Ayşe Batûmlû bal kişand tecrîda li ser Ocalan.   ‘DIVÊ HEMÛ DERDOR BERTEKÊ NÎŞANÎ TECRÎDÊ BIDIN'    Batûmlû, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan derî mafên mirovan e û ev yek binpêkirina mafan e. Batûmlû, anî ziman ku li hemberî vê rewşê bêdengiya avaniyên siyasî, rêxistinên hiqûqê û saziyên akademîk vê rewşê girnatir dike û divê hemû derdor bertekê nîşanî tecrîdê bidin.    ‘RÊ LI BER DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ DIGIRE'    Batûmlû, bilêv kir ku heta muxalefet dev ji xetên sor ên îktîdarê bernede dê bibe perçeyeke van binpêkirinan û got: "Dê rê li ber demokratîkbûyînê bigere. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di asasê xwe de destpêka tecrîdkirina hemû avaniyên siyasî û saziyên hiqûqê yên li welat e." Batûmlû, diyar kir ku muxatab kî dibe bila bibe, ev binpêkirin di warê hiqûq û mafên mirovan de sûc e.    ‘OCALAN MIFTEYA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E'    Batûmlû, diyar kir ku di warê demokrasiya Tirkiyeyê de girîngiyeke taybet a Ocalan heye û got: "Di hemû hevdîtinên pê re, ji bo demokratîkbûyîna welat, ji bo pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi awayekî aştiyane bên çareserkirin pêşniyar kirine û di vî warî de nexşe rê amade kirine û ji hêla gelê kurd ve wekî pêşengekî siyasî tê qebûlkirin." Ji bo polîtîkayên neçareserkirinaa pirgirêka kurd ji holê bên rakirin divê tecrîda li ser Ocalan ku piraniya gelê kurd wî wekî vîna siyasî qebûl dike bê rakirin.   Batûmlû, destnîşan kir ku îktîdar ne çareseriyê pevçûnê dixwaze û ji xwe ev yek bi pêkanînên li ser Ocalan tên kirin diyar e. Batûmlû got: "Bi taybetî jî di warê pirsgirêka kurd de, dewlet di siyaseta xwe ya îmhayê ku siyaseteke kevn û qet bi ser neketiye istast dike û dixwaze bi vê siyasetê derdorên muxalif bêdeng bike." Batûmlû, diyar kir ku her wiha îktîdar rejîmeke totalîter ava dike û mixabin li hemberî vê yekê civak bi dengekî bilind îtiraz nake û niha rewşeke ku civak ev tişt di xwe de daye rûniştandin heye.    ‘LI SER OCALAN TECRÎDEKE FIZÎKÎ Û FIKRÎ HEYE'    Batûmlû, bi tecrîda fizîkî û fikrî ya li ser Ocalan tê xwestin ku vîna demokratîkbûyîn û aştiyê bê astengkirin û got: "Bi vê siyaseta rageşiyî tê hemû rêbazên aştiyê tên tecrîdkirin. Piştî êşeke mezin dê bê fêmkirin ku ev rê ne rêyeke rast bû. Halbûkî pêvajoyên pêkanîna aştiyê dabeşkirina navbera civakan asteng dike û ew butçeya ku ji bo çekan û parastinê tê veqetandin ji bo tenduristî, perwerdehî û aramiya civakî tê bikaranîn. Eger derdorên muxalif bi awayekî baş karibin vê yekê ji civakê re vebêjin, em ê karibin ji rûxandineke mezin xelas bibin."    MA / Melike Ceyhan