Esnafên Colemêrgê: Wisa dewam bike em ê dikanên xwe bigirin 2018-08-18 09:10:38 COLEMÊRG - Ji ber krîza aborî esnafên li Colemêrgê jî bêzar bûne. Esnafan destnîşan kirin ku di çend hefteyên dawî de ji sedî 50 fiyet biha bûne û eger wisa dewam bike ew ji mecbûrî dikanên xwe bigirin.  Ji ber krîza aborî esnafên li Colemêrgê jî bêzar bûne. Esnafan bilêv kir ku her diçe rewşa wan xirabtir dibe û êdî ew nikarin şûna berên ku difiroşin tije bikin û êdî tomerîfiroş mal ji wan re naşînin.   ‘AMÛRÊN ÎNŞEATÊ JI SEDÎ 40 BIHA BÛN'    Îhsan Apaydin ku 25 sal in amûrên înşeatê difiroşe, diyar kir ku di du hefteyên dawî de hemû amûr ji sedî 40 biha bûne û êdî ew nikarin amûran bikirin. Apaydin got: "Rewşa aboriyê pir nebaş bûye. Em hêvî dikin di demeke nêz de ev pirsgirêk bên çareserkirin. Di sektora înşeatê de ji sedî 40 amûr zme xwarine. Hefteyek berê tona hesin 3 hezar lîre bû, niha bûye 4 hezar û 500 lîre. Ev rewş ji bo kesên bazara reş bû firsendek. Ev nêzî du hefteyan e em nikarin fietên ehsin hîn bibin. Eger wisa dewam bike em ê dikanên xwe bigirin. Çimkî rewşa esnafan nebaş e."    ‘MIŞTERÎ KÊM BÛN'    Xwediyê aşxaneyê Faysal Koç jî got: "Par van çaxan me kîloya nîskan bi 7 lîreyan dikirî, lê niha bûye 13 lîre. Par van çaxan 100 mişteriyên me hebûn, lê ji ber krîzê mişterî jî kêm bûn. Niha 40-50 mişterî hene. Êdî xwarina me di cî de dimîne. Her wiha em aşxanevan nikarin zemê jî bikin. Eger em bikin dê mişterî neyên. Eger em nekin em ê bixisirin. Niha em perîşan bûne."    Xwediyê qehwexaneyê Salih Adiyamn jî diyar kir ku berê wan pereyekî baş ji bazirganiya ser sînor qezenc dikir, lê belê piştî rê hatine girtin êdî tiştekî qezenc nakin. Adiyaman got: "Berê min li ser sînor bazirganî dikir. Roj hebû min heqê mehekê derdixist, lê belê bi girtina sînoran em perîşan bûn. Niha ez jî bi qehwexaneyê hewl didim debara malbata xwe bikim. Kîloya çayç bi 7-10 lîreyan bû, lê niha bûye 45 lîre. Kîsê şekir bûye 120 lîre. Êdî kes nayê çayekê jî venaxwe. Ji bo li hemberî derdora xwe mehcûb nebim qehwexaneya xwe nagirim. Niha em nikarin heqê kirêya xwe derxin."    ‘JI BER BIHABÛNA FIYETAN PIYASE RAWESTIYA'    Mevlut Ozdemîrê ku bi boyaxvaniyê debara malbata xwe dike, destnîşan kir ku êdî rewşa kar nebaş e û got: "Êdî akr nemaye. Ji ber boyax bi dolaran e, dema dolar zêde bû êdî kes ne malên xwe ne jî kargehên xwe boyax dike. Ev jî bû sedema ku êdî kar nebe." Esnaf Huseyîn Aşkan jî got: "Ber destê cejnê ye, lê kar tune ye. Ji ber rewşa aborî kes alvêrê nake. Fiyet ji sedî 50 biha bûn. Pere bi gel re tune ye. Yên pereyên wan hene jî alvêrê nakin."    Zêrker Mehmet Gur jî got: "Ev çend roj e sektora me rawestiyaye. bi zêdebûna dolar kar jî rawestiya. Ji ber serdema dawetan e û ji bo gelê me mexdûr nebe car heye em bi zirarê difiroşin. Zêrê ku ez bi hezar û 400 lîreyî dikirim ji bo gelê me mezdûr nebe, bi kareke pir hindik difiroşim. Niha tekane armanca me ew e ku dikana me vekirî be. Eger di demeke kurt de ev krîz neyê çareserkirin dê rewş xirbtir bibe."    Terzî Ayten Şahînoglû jî bilêv kir ku êdî ew heqê malzemeyên metbexê jî dernaxin û got: "Mehek berê jî me min mesrefên malê hemû derdixistin, lê niha dernayê. Piştî zêdebûna dolar mesrefên me yê metbexê jî zêde bûn. her tişt em xwar."    MA / Hamza Gunduz